Nivîsar

Tirsa nevala kûr

                    

Têzanîn ji vir çil, pêncî salên ewil ji xeynî radyoyan tu navgînên ragihandinê tunebûn. Ew jî di malên dewlemend de hebûn. Wexta nûçeyan vedikirin “ acans “ guhdarî dikirin, an jî demjmêra radyoya Rewanê bernameya Kurdî guhdarî dikirin. Paşê radyo dihate girtin, çimkî pîl lawaz dibûn.

Civatê dema xwe bi çîrok û  bûyerên nebûyî derbas dikirin. Mijara bûyerên nebûyî jî hemû li ser xof û tirsandinê bû bi gelemperî. Vegotina van metelokan li ser zarokan gelek tesîr dikir, derûnîya zarokan xirab dikir. Zarokên bi bal dibû guhdarvanê van mijaran mixabin  ji xwe re xofek peyda dikir. Di tarîyê de newêribû biçe avdêstxanê, bi nivînê xwe de di mîzt. Bi tenê nikaribû bi rêyekî de biçe, di tirsîya. Şev ji bo wan demek dûvdirêjbû, ne di xwestin bibe tarî.

Gundê me li deştêye, erdê gundê me dûze. Di navbera gundê me û bajarokê de newaleke ne kûr heye, kûrahîya newalê du metre yan heye ya tuneye. Lê navê newalê ‘Newala Kûr ‘ e. Kesê ku nizanibê wê bibêje qey newaleke pir kûr e. Nizanim çima hemû bûyerên nebûyî li Newala Kûr qewimî bûn !

Rojekî dîsa suhbet girane, xalê Mihemed dest bi vegotinê kir. Got “ Kuro zilamek li ser hespê bi şev di Newala Kûr re derbas bûye, cinawir ji paş re pencik avêtîye pişta wî; dil û hinavê wî qetandîye. Ew zilam li ser hespê mirî hatîye ber mala xwe. Bi şêyîna hespê jina wî derketîye bala xwe dayê ku mêrê wî mirîye. Dil û cegera wî cinawir bi pencikê xwe qetandîye birîye. “  Heçê kesên civatê bi “wax e wax “ wek bûyerekî bûyî bawer dikirin. Kesekî nedigot “ Ew zilam kê bû ye, ji kuderê bû ye ? “

Xalê Mihemed  deng birî, îcar apê Nado dest pê kir.
“ Kuro ez par ji aş dihatim, nîvê şevê bû. Wexta ez ketim Newala Kûr gayên min ji taqetê de ketin. Min bala xwe dayê li dev dorê ereba min çirûskên agir di barin. Gayên min sekinîn, ez fikirîm min got ev çi bobelate hat serê me ! Min dest bi ayeta kûrsî kir, ew çirûskên agir ber bi asîman firîyan. Heke min ew ayet nexwendiba wê cinawir him ez him jî gayên min bixwara. “ Civatê digot “ Wele te ew ayet nexwenda tu ne di filitî, wê cinawir we bixwara ! “ Kesekî nedigot “ Ma cinawir qey ji ayetê fêm dike?”
    
Ûsif got “ Ew jî tişteke, gavan çêlekeke me winda kiribû, ez lê di gerîyam. Şev ket ser min, dema ez nêzî Newala Kur hatim; min dît cinawir nişkeva li ser hespê li terkîya min siwar bû ! Başbû hela bi min re demançe hebû. Min demançe kişand, gule da ber. Ku bû teqe reqa demançê  cinawir ji ser hespê xwe avête xwarê. Min eşheda xwe anî û  şarjorek gule berêdayê. Bû qêrîna cinawir û min hespa xwe bezand, ji newalê derketim. “ Kesî nedigot “ Gelo cinawir demançê zane ? “ An “ Şarjorek gule xwaribe miheqeq mirîye, ka kê laşê wê dît ? “

Zaroktîya min jî bi van vegotinên derew derbas bû, lê mixabin ez gelek di bin tesîrê de mabûm. Demsal havîne wexta genim dirûnê bû, wê makina dirûnê sibê zevîya me biçine. Apê min got “ Li hespê siwar be here bajarok dikanê (firoşgeh) ji bo ajovanên makinê kiloyek birinc û du pakêt cixarên qûnsor( samsun), pênc kîlo şekir bikire were. “   Ez li mehînê siwarbûm û çûm bajarok ber derê dikana xalê Şewqî. Dikan girtîbû, min pirs kir gotin li bênderê (xerman) ye wê were. Ez gelek sekinîm nehat, ez çûm ba xalê Şewqî. Min got “ Xalo ji kerema xwe re were dikanê veke, hîna nebûye êvar ez karê xwe bi qedînim bi zivirim  gund. “ Xalê Şewqî got “ Law hinek sebir bike, bayê ecem (bayê bakur) tê hindik ma ez genim didim bayê. Bila bi qede ezê werim. “ Êê di gundê me de dikan tune, neçar ez li benda xalê Şewqî mam . Heta xalê Şewqî hat roj çû ava ! Min danûstandina xwe kir, li mehînê siwar bûm bi rê ketim; lê tirsa Newala Kûr kete dilê min.

Heta min xwe gîhande newalê tarî kete erdê ! Mûyê serê min bûn wek şûjin, çavên min beloq bûn. Xofeke wisa ez girtim newêrim bikevim newalê. Ez ji hespê peya bûm û rûniştim, kelogirî me nizanim çawa bikim ! Bi çavên beloq li newalê mêze dikim ka cinawir heye yan ne. Min dît ji dûr ve reşîyek xûya kir, tepe repa lingê wê ye ber ve min tê ! Qidûmên min şikest, dilê min wek dilê çûçika di avêje ! Reşî nêzî min bû yekcar gir bû wek dêwekî. Hat hat min bala xwe dayê wayê mirovek li hespê siwar e. Ez fikirîm min got qey cinawire û ketîye sikûmê mirovan !  Xwîdanê di ser min  re avêtîye, min dît wî got “ Selam û elêykim “ Ez li xwe veciniqîm ev dengê Silêmanê cînarê me ye. Min wek lala got “ Ee elêê kkimmm  sel se lammm. “ Got “ Kuro tu ji ku de tê “ Min got “ Ez ji dikanê têm hal mesele ev “ Ewî jî got “ Sibê ji me re çend pale hewceye,ez diçim bajarok  hela kê dibînim “ û xatir xwest çû. Silêman çawa bi rê ket min bi lez  xwe avêt ser pişta mehînê, wek bablîsokê ji Newala Kûr derbas bûm werhasil. Tirsa min hinek kêm bû  heta ez hatime gund.

Ez mezinbûm bûme xort jî, hîna jî  tirsa newalê di dilê min de mabû. Heta derfet heba ez tu carî bi şev di wir re derbas nedibûm. Gelek dem paşê hinek bi berfireh  fikirîm û min ew tirs xof ji dilê xwe avêt. Lê heta ez sax bim tirsa wê êvarê ji bîra min naçe…

Belê tirs  parçeyek jîyana mirov rengîn bike jî, tiştên nebûyî wuha bêne zimên ew jîyana mirov carna tarî jî dike. Divê civat hinek baldar be, derûnîya zaroka bi van tiştên derew xirab neke.

İro jî  hîna me bi derewên bê bingeh di tirsînin. Ji van derewan hinek îdeolojîk in, hinek rêxistinî ne, hinek sîyasî ne hinek olî ne û hinek aborî ne. Ya rast divê mirov ji tu tiştekî netirse ku mirov xwebawerîyê winda neke, kesahîya mirov xirab nebe. 5 Berfanbar 12

Tevger Çekdar

Back to top button