Tirkiyebûn û Kurdistanîbûn…
Cemal BATUN Hilbijartinên Tirkiye qediyan. Di van hilbijartinan de 4 partî (Ak Parti, CHP, MHP û HDP) karîn sïnorê ji % 10 derbasbikin û di Parlementoya Tirkiye de cîh bigirin. Her çar partî jî misyona Tirkiyebûnê û parastina Missak-i Milli ji xwe re wekî armanc û bername danîn. Girêdayî vê tabloyê ye ku meydana siyasî ya Tirkiyeyê niha ji van partiyan dixwaze ku hukimetek hevpar / koalisyonî lidar bixin. Parezvanên Tirkiyeyê û sistema dewlet û avahiya dewletî ya Tirkiyeyê diyar dikin ku yek ji baştirîn alternatifa hukimetê – koalisyona CHP û MHP û ji derve ve alîkarî / piştgiriya HDP ji vê koalisyonê re ye. Mirov divê bibêje ku aliyên xwedî giranî di nav HDP bi xwe de bi germî li vê pozisyonê temaşe dikin, aliyê ku hinek şikdar e MHP bi xwe ye(!). Diyar e pêşniyara CHP ku hinek berpirsiyariyên parlementoyî teslîmî HDP bike, bi dilê HDPyiyan e(!) Hate gotin ku Parlementera Diyarbekrê Feleknas Uca dixwaze sûnd a Parlementoyî bi zimanê Kurdî bixwîne, jiber ku ew tirkî nizan e. Li hember vê daxwaza Uca, di nav HDP de reaksiyonek tund peyda bûye û yek ji topên giran û xwedî biryar Sirri Surreya Önder ê çepgîr û tirk, bi dijwarî hemberê vê daxwaza Uca derketiye. Önder gotiye ku: zimanê fermî yê Parlementoya Tirkiye: Tirkî ye û Uca nabe daxwazek hember vê rastiyê nîşan bide(!) Herweha bala Altan Tan – parlementerê Diyarbekrê hatiye kişandin ku hin rexne li Serokê CHP Kemal Kilicdarogli girtin e. Ji xwe ji devê berpirsên herî bilind ên HDP, di destpêke de hevserok Demirtaş tê diyarkirin ku: HDP divê bi awayek nerm xwe nêzî rewşa Tirkiyebûnê bike, ji ber ku ew partiyek Tirkiyeyê ne û divê li gor pîvanên sistemê tevbigerin(!) Helwêsta Tirkiyebûn û parastina Missak-i Milli mafek her partiyê ye. Ev herweha mafê HDP ye jî! Lê, ev herweha tê maneya wê ku HDP li Rojavayê Tirkiyeyê û li Kurdistanê ne xwedî du rû yan, du nîşanan, du helwêstan, du standartan be! Ger wan ji xwe re misyona Tirkiyebûnê danîne pêş, divê li gor vê standartê tevbigerin. Li Kurdistanê xwe bi rengek din nîşan nedin! Raya giştî ya Kurd jî divê li gor vê rastiyê xwe nêzîkî HDP bike. HDP û aliyên têkildarê wê – rûmet ji hebûn, sistem, avahî, nîşan û sembolên dewleta Tirk re digrin. Ji Kurdistanê re jî – bêdewletbûnê diparêzin. Ger mirov mafek ji neteweyekî nasbike, ew maf ji bo neteweyek / ên din re jî derbas dibe. Ango HDP bi siyaseta xwe ya heyî – helwêstek anti-demokratîk nîşan dide! Ew jî di pêla siyaseta sistem û wesayetî ya Komara Tirkiye (TC) de avjeniyê dike! *****Misyona Kurd û Kurdistaniyan jî diyar e. Ev li ser xaka Kurdistanê bidestxistina mafê neteweyî ye. Her mafê neteweyî, ji bo Kurd / Kurdistanê re jî derbas dibe. çi mafê Tirkek, Erebek, Farsek, Almaniyek hebe, ew mafê ferd ê neteweyê Kurd jî heye. Dewlet ji her kesî re – helal, ji Kurdan re – heram nabe! Kurdan di tevayiya dîroka xwe ya rizgariya – neteweyî de bi milyonan bedel ji bo azadîya xwe dan e. Ji xwe îro: konjoktura herêmî û navdewletî rastiya Kurd / Kurdistanê baştir naskiriye. Wekî ku Serokê Kurdistanê gotî: Dijberên Dewleta Kurd di siyaseta cîhanê de îro gelek kêm in. şewq a azadiya Kurdistanê tîrêjên xwe davêje ser xaka Kurd. Dinya dibîne ku: hebûna dewleta Kurd, ewletiya herêmê û cîhanê têkûztir dike. Aştiya civatî û neteweyî li ser xaka Kurdistanê bûye nimûneyek hevjiyanê. Helwêsta Kurdistana azad di cîhanê de bûye cihê rûmet û rêzê. Li Bakurê Kurdistanê, parezvanên Kurdistanê, di çarçoweya parastina berjewendiyên milli yê Kurd de, divê rê li ber siyaseta entegrasyonê li gel dewletê bigrin û hevkar daxwazên xwe yên rewa bi gelê xwe û cîhanê re bidin nasîn. Misyona PAK, Tevgera Ciwanên Kurdistanê HAK-PAR, PDK/Bakur, PDK-T û her aliyê din ê Kurdistanî ev e!… Stockholm: 15 Heziran 2015