Cîhan

Mîrnişînê Îmarata pêşwaziya serokê Kurdistanê kir

Li dirêjahiya serdana Serok Barzanî û şanda li gel ya welatên Kendavê li bajarê Abudabî Şêx Mihemed Bin Zayid Mîrnişînê Îmarata Yekgirtiya Erebî pêşwaziya birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê û şanda li gel kir.Li hevdîtineke germ û dostane da behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îmarat û ya çawayiya berev pêşvebirin û berfirehtir kirinê kirin û her wiha pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraq û navçeyê û hereşeya terorîstan ya ser asayîşa navçeyê û cîhanê xistin ber behs û guftûgoyan. Mijareke dinê vê hevdîtinê de rewşa mirovî û rewşa koçber û penaberan nirxandin ku ji ber hereşeya terorîstan mal halê xwe bi cîh hiştine.Hêjayî gotinê ye li vê hevdîtinê de Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Elî Sindî Wezîrê Plandanan û Selahedîn Babekir Wezîrê Karebaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanda li gel Serok Barzanî pêkanîbûn.Herweha  tê zanîn ku serdana serok Barzanî li welatên erebî di bingehê xwe de ji bo pişgirikirina ragihandina deletek Kurdî li Başûrê Kurdistanê ye.

Back to top button