
Di meha Kanûnê de, Serokê Parlamentoya Swêd Andreas Norlén (M) pêşniyar kiriye ku biçe Enqereyê ji bo ku di pêvajoya NATOyê de alîkariyê bike.
Lê ev serdan ji aliyê Tirkiye ve heta 17ê Çile şunve hate avêtin. Lê tenê çend roj berî seferê, serokê parlementoya Tirkiyê Mustafa Sentop vexwendname paşve kişand. Pêşî ji aliyê medyaya Tirkiyê ve hat ragihandin û piştre ji aliyê xebatkarên Andreas Norlén ve hat piştrastkirin.

Andreas Norlén bi xwe ji DN re dibêje ku wî ev peyam êvara Pêncşemê, bi rêya balyozxaneya Swêdê ya li Enqerê û ofîsa navneteweyî ya Parlementoya Swêd wergirt. Li gorî wî, serdan li şûna ku were betalkirin, tê paşxistin.
Norlén dibêje, ji aliyê Tirkiyê ve ihtimal heye ku di demekî din de ev serdan pêkwerê.
Norlén ji bo sedemê paşxistina serdana xwe ya Tirkiye dibêje:
-Sedem helbet bûyera duh li Stockholmê ye. Hat nirxandin ku bertekên gelekî tund ên li Tirkiyeyê derketine holê wê bandora xwe li tevahiya serdanê bike. Wê demê, nirxandina wan ew bû ku çêtir e ku serdan were paşxistin.
Bûyerên ku Norlen behs dike, şermezarkirina Erdogan bû, li dijî Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan li Stockholmê çalakiyek pêk hat. Li ber avahiya şeradariya Stockholmê peykerê Erdogan darve kirin.