CîhanRojev

Tirkiye li ser axa me dagirker e!

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad , di daxûyaniyeka xwe de ragihand ku, Tirkiye li ser axa suriye mafê me binpê dike û divê Tirkiye artêşa xwe ji axa me vekişîne.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de wezîrê derve yê Sûriye dibêje: Sedema sereke ya aloziyên li Idlibê, hebûna leşkerî ya Tirkiyê ye li herêmê û ew piştevanî ye ku Tirkiye dide grûpên çekdar ên navçeyê. Tirkiye pêwîst e demildest vekişe û civaka navdewletî piştevanî li hewlên Sûriyê bike ji bo rizgarkirina xaka dagirkirî ya li bakurê welat.

Ji berî niha çendekî di hevdîna serokê Rusya Putîn û serokê rejima Sûriyê Esad. pirsa hebûna hêzên biyanî hatibû rojevê û Putin dabû xûyakirin ku, divê hemû hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin.

Biryara hefteya li pêşîya me Rusya, îran û Tirkiye ji bo Sûriyê bicivin. Ji berî vê civînê daxûyaniya wezirê derve yê Sûriyê balkêş e.

Back to top button