Cîhan
Tirkiye Kurdistanê bombebaran dike
Îro careke din balefirên şer yên Tirkiyeyê dest bi bordimana hinek gund û deverên quntara çiyayê Qendîlê kirin.
Di vê derbarê de şîniyên deverê eşkere kirin ku, îro piştî nîvro balefirên şer yên Tirkiyeyê careke din dest bi bordiman kirina gund û quntarên Qendîlê kirine û di bordimanê de gundên Ênze, Xwoyê Biyan, Sile û Bûlê bûne armanca balefiran.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku, jiber wan bordimanên han zerereke gelek mezin ya madî gehêştiye Deverên ku, hatine bordimankirin.
Eve çend rojin balefirên Tirkiyeyê hinek deverên Kurdistana Başûr berdewamî bombebaran dikin.