Şîrketa TransCanada, ji bo ku ji Kanadayê nefta xav veguhesîne başûrê Amerîkayê, dest bi înşaata xeta lûleya neftê kiribû û ji ber vê jî erdê miroveka 78 salî yê bi navê Eleanor Fairchild dagir kiribû. Bi sedema dest dayîna ser erdê Fairchild, lîstikvana sînemayê a navdar Daryl Hannah, bi Eleanor Fairchild re protestoyek lidarxist.

Polîsan, li peşberî wesaîtên înşaatê her du jinên ku çalakiya protestoyê lidarxistn, girtine binçavan.  Parêzerê stêrka Holywoodê Paul Bassis, diyar kiriye ku, Daryl Hannah, ligel xwediyê erdê ku ji aliyê şîrketa TransCanada ve hatiye dagirkirin Eleanor Fairchild, a 78 salî ku li bajarê Winnsboro dijî, protesto lidarxistine û bi vê sedemê hatine girtin.

Daryl Hannah, fîlmên derhênerê navdar Quentin Tarantîno yên bi navê “Kill Bill” jî têde, di gellek fîlman de lîstiye.

Hannah, di sala 2011 an de jî, ji ber lidarxistina protestoyê hatibû girtin.     

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: