Tirkiye jî tevlî operasyona Minbice dibe
Cigirê wezîrê derve yê Amerîka da xuyakirin ku di operasyona Minbicê de Li Suriye Tirk jî amadene û pişgiriyekî mezin didin vê operasyonê. Cigirê wezîrê derve yê Amerika Antony Blinken bernameyek ya ya kanala CNN Turk de amade bû. Antony Blinken di derbarê operasyona Minbicê de got: Di rastiyê de, li Minbicê em bi hev re kardikin. Ev operasyoneke gelekî girîng e. Beşekî sînorê Tirkiyê û Sûriyê di destê DAIŞê de ye. Ji vî alive vê ev operasyon gelekî serkeftî birêve diçe û hevkarî û hemahengiyeke tam di navbera Amerîka û Tirkiyê de heye.” Tê zanîn ku Tirkiye naxwaze piştî operasyonê hêzên YPGê li Minbicê bibin xwedî desthilat. Ev daxwazî gelek cara ji Amerika kirine. Heta ji bo pişgiriya hinek operasyona li Suriye , ev yek wek mercekî daniyê pêşiya Amerika. Di vl derbarê de Blinken got: Em li Sûriyê bi awayekî gelemperî bi hêzên ereb re kar dikin. Li gel Tirkiye berjewendiyên me yên hevbeş hene. Têkbirina DAÎŞê yek ji van e. Dema ev tehlokê ji holê hate rakirin, rewşa ewlehiya me û ya Tirkiyê jî dê baştir bibe.” Di heman bernamê de Blinken da xuyakirin ku, ew pişgiriya yekitiya axa Suriye dikin. Blinken bangî PKKê jî kir ku, ji dest çekan berdin û diyalogê hukumetêre deynin. Blinken ji berî van daxuyaniyan civinek li gel wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavusoglu li Enaere pêkanî û behsa rewşa Suriye û operasyona Minbicê hate kirin.