Tevgera Goran û derdora xwe hinek derew û tiştên ne rast di derbarê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî de dibêjin. Di bingehê xwe de ev helwesta Tevgera Goran helwesta dijitiya prosesa serxwebûna Kurdistanê ye. Di vê derbarê de Barzanî daxuyaniye bi navê xwe ragihand û dibêje: Palpişt û bergirîkarê serbixweyî û Pêşmergeyên me yên qehreman bin. Berdewamiya daxuyaniya xwe de serok Barzî dibêje: daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê dikim ku kes li ser min bersîva vê helmetê û axaftinên wan nede û kes xwe ji bo wê asta nizim danebezîne. Peyama serok Barzanî: Peyama Serokê Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî: wekwan asta nivzde Bi navê xwedayê mezin û dilovan Di derbarê wê helmeta ragihandin û teşhîrên ji aliyê Tevgera Gorran û kesên nêzîkî wan li ser şexsê min birêvediçe, daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê dikim ku kes li ser min bersîva vê helmetê û axaftinên wan nede û kes xwe ji bo wê asta nizim danebezîne.
Daxwazê ji we dikim palpişt û bergirîkarê serbixweyî û Pêşmergeyên me yên qehreman bin. Bergirîkarê heq û dadperweriyê bin û li beranber gendelî û kultûra dijûn û cinêwdanê rawestin û parêzerê çand û bihayên bilindên gelê me bin. Di vê rewşê de pêwîste ewlewiyeta serekî ya me hemû aliyek serbixweyî û piştevanîkirina Pêşmerge ya ji bo têkşikandina terorîstên DAIŞê û baştirkirina jiyana xelk û rûbirûbûna gendeliyê be. Bi dilniyayiyê ve ewên yekrêziya gel têk didin û hewla têkdana aramî û asayîşa Kurdistanê didin û musîbet li ser vî gelî tînin dê bigihin cezayên xwe yên yasayî. Mesûd Barzanî17.06.2016