Piştî ku di navbera YNK û Tevgera Goran de peymana hevkariyê hat îmzekirin û bû sedemê qeyraneke nû, YNK hewldide li gel PDK’ê têkiliyên xwe biparêze û gumanên derbarê vê hevkariyê de zelal bike. PDK ji 5 bendên rêkeftina Goran û YNK’ê ye aciz e. Di vê navberê de piştî civîna YNK û Goranê ya ku li Silêmaniyê pêk hat de, daxuyaniyên ku wê referandûma serxwebûnê were piştgirîkirin û Kerkûk jî ya Kurdistanê ye hatin dayîn. Biryara girtina Serokê Goranê Newşîrwan Mistafa ji aliyê dadgeha Hewlêrê ve jî bû sedema qeyraneke nû. Li Rêveberiya Herêma Kurdistanê  vê heftê têkiliyên navbera partiyên siyasî mora xwe li rojevê da. Di hevdîtinan de ji bilî mijarên referandûma serxwebûnê û pêşeroja Kerkûkê, nakokî û lêgerînên danûstandinan yên di navbera partiyan de cihê xwe yê di rojevê de girtin. Biryara girtina Serokê Goranê Newşîrvan Mistafa jî bû sedeam krîzeke nû. Medya ya Goran, piştî biryara dadgehê li dijî Serokê Heremê Mesûd Barzanî dest bi kamyanya ya reşkirinê kir. Barzanî derbarê kampamya Goranê de got; “Bersîva Goranê piştgiriya bo serxwebûn û Peşmerge ye.“ Piştî ku di navbera YNK û Tevgera Goran de peymana hevkariyê hat îmzekirin û bû sedemê qeyraneke nû, YNK hewldide li gel PDK’ê têkiliyên xwe biparêze û gumanên derbarê vê hevkariyê de zelal bike. Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê civiyan û hat ragihandin ku PDK ji bendên ku ji avakirina koalîsyon û komeke hevbeş, çalakkirina parlamentoyê bê merc, hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdsitanê û zêdekirina karbidestiyên Serokwezîr pêk tên, aciz e. Rayedarên YNK’ê dibêjin ku rêkeftina wan a bi Goranê re dê zirarê nede Rêkeftina Stratejîk a bi PDK’ê re. Rayedarên YNK’yî ku di mijara referandûma serxwebûnê de eşkere piştgiriyê didin PDK’ê, tînin ziman ku ji bo pêkanîna referandûmê di demekî nêz de, divê arîşeyên di navbera Goran û PDK’ê de werin çareserkirin û diyaloga di navbera partiyên siyasî bidome. Ji hêla din ve tê PDK’ê jî ku di nava hefteyê de di bin serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê partiyê Mesûd Barzanî de kom bûbû,mijarên referandûma serxwebûnê, têkoşîna li dij gendeliyê û çaksaziyên aborîyê anîne rojeva xwe û tê çaverêkirin ku di demek nêz de, derbarê referandûmê de nexşerê were ragihandin.  ‘Dubendiya herêmî nabe” Konseya Hevbeş a ku piştî rêkeftina di navbera YNK û Goranê de ji bo cîbicîkirina bendên rêkeftinê hatibû avakirin, di civîna xwe ya dawîn de biryara girtina avakirina komîsyonekê ji bo cîbicîkirina bendên ku rêkeftin li ser pêk hatibû, da. Di daxuyaniya ku piştî civînê ji aliyê Konseya Hevbeş ya YNK û Goranê hat dayîn de, hat gotin ku ji bo çareseriya qeyrana siyasî ya li RHK’ê û baştirkirina şert û mercên jiyanê yên gel, divê diyaloga di navbera partiyên siyasî de were pêşdebirin. Herwiha hat eşkerekirin ku xelkê Kurdistanê destûrê nade dûbendiya herêmî. Di daxuyaniya Konseya Hevbeş ya YNK û Goranê de li ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê jî nirxandina, “Serxwebûn wek her miletî, mafê kurdan e jî” hat kirin. Konseya Hevbeş li dijî daxuyaniyên Parêzgerê Kerkûkê ku gotibû, ‘Divê Kerkûk bibe herêmeke serbixwe’ derket û ragihand ku Kerkûk wê weke parçeyekî Kurdistanê bimîne. Sadî Ahmed Pîrê (YNK): Hemû partiyên siyasî serxwebûnê dixwazin Endamê Polîtburoya YNK’ê Sadî Ahmed Pîrê di derheqê civîna di navbera YNK û Goran de ji BasNûçe’yê re axivî. Sadî Ahmed Pîrê got ji bona Serxwebûna Kurdîstanê referandum girîng e û ew piştevaniya referandûmê dikin. Pîrê wiha berdewamkir: “Çawa ku her gelek mafê wî heyî çarenûsa xwe diyarbike. Mafê kurdan jî heyî ku çarenûsaxwe diyarbike û serbixwe biji. Û êdî ew dem hatiye. Kê gotiye di pirtûkên pîroz de dibêje mafê kurdan yê serxwebûnê nine? Tiştên herî girîng yekîtiya kurda ye. Gel yekîtiyê dixwaze. Hemû rêxistin di fikra referandûma serxwebûnê de hevbîr in. Wekî YNK, PDK, Tevgera Goran, Yekgûrtiya Îslamî, Komelên Îslamî, Komunîst û rêxistinên tirkmenan ev rêxistin di heman demê de dixwazin pirsgirêkên navxweyi yên siyasî û aborî çareser bibin.” “Dibe ku Tirkiye û Îran li dij serxwebênê derkevin” Endamê Polîtburoya YNK’ê Sadî Ahmed Pîrê balkişand ser karekterê dewletên desthilatdar li Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Pêwîst e nêrînên devletên cîran esas neyên girtin. Devletên weki Tirkiye û Îran mimkune li hember Serbixwbûna Kurdistanê derkevin. Ew nûnerê gelê xwene. Li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Mixabin ji bo van devleta li hember desketiyên Kurdîstanê derketin bûye çandek. Ew100 sal in, ji Peymana Sykes-Picot vir de li hember kurdayetiyê derdikevin. Girîngî ew e ku kurd bixwe îradeya serxwebûnê bidin nîşandan. Eger kurd bibin xwedî îrade û yekitiya xwe çêbikin tu hêz nikare kurdan têk bibe. Ji dema avakirina RHK ji gelek devlet li hember deriketin. Le mecbûr man tehamûl bikin.“ Ahmed Pîrê destnişankir ku serxwebûn bi yekitiya netewî ve girêdayî ye û wiha berdewam kir: “Kurdistana ku pirsgirêkên navxweyî yê siyasî, aborî û civakî çareserkiriye, dibe Kurdistanek bi hêz û bi rêz. Pewîst e di navbera hemû parçeyan de yekitiyek were avakirin. Hevbeşkirin girîng e. Pêwîst e RHK bi Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) peyweniyên baş pêşxîne. Dîsa bi gel û rêxistinên Rojhilat re herwiha li gel Bakurê Kurdistanê peywendî gelek girîng in. Peywendiya li gel PKK, HDP û rexistinên din pewîst e bi hêz bin.” Nivîskar Behrûz Cafer: Divê referandûm neyê paşxistin Nivîskar Behrûz Cafer hişyarkir ku referandûma serxwebûnê neyê bi dûwaxistinê. Lê mixabin em nikarin behsa yekitiyek di navbera rêxistinên siyasi bikin. Cafer geşedanên siyasî bi bîrxist û wiha berdewam kir: “Serxwebûn û hizbayetî tîştên cûda ye. Gelê kurd ev 4 meh in di nava aloziya siyasî, aborî û civakî de berbi fetisandinê ve diçe. Berdevkê Hikumeta Kurdistanê Sefîn Dîzayî dibêje ‘eger hikûmeta Iraqê mehê yek mîlyon dolar misoger bike. Em amade ne ji bo firotina neftê rêkeftina imze bikin’ ev nêzîkatî dibe sebep ku referandum disa taloq bibe, dereng bikeve. Serxwebûna Kurdîstanê bîr û bawerî û xeyalê hemû kurda ye. Em ji bo vê yekê têdikoşin.” ‘Divê ji bo Kerkûkê berpirsyarî were girtin’ Cafer balkişand li ser xetera serxwebûna Kerkukê û got eger şaşîtiyek wiha were kirin tu kes nikarê wê telafîbike. Cafer wiha got: “Kerkûk bi awayekî fîli di destê kurdan de ye. Eger bibe serbixwe, êdî hevsengiyên siyasî wê têkevin dewrê. Eger xweser bibe dê serokê herêmê kurd be. Serokê parlementoyê ereb, serokwezir jî wê tirkmen be. Ev tê çi wateyê? Yanî Iraqek biçûk ya disa bi pirsgirêk. Sibê yan du sibê eger ew grûbên etnikî, ereb, tirkmen û wekidin li hember kurdan rêkeftinekî bi pêşxînin kes dikare behsa kurdayetiyê bike. Ma hingê tiştek dimîne li holê? Dosyeyên tawanên Tirkiye, Îran û Iraqê li hember kurdan gelek dagirtiye. Di dîroka nêz de komelkûji pêk anîne. Ji ber wê yekê pêwîst e rêxistinên kurdan hasas bin li hember netewîtiyê. Li hember hevdû bir rêz û bawerî tevbigerin eger nebi êdi ev firsendên dirokî kes nikare şûnde vegerîne.”  Di derheqê Newşîrwan Mistafa de biryara girtinê Di hefta borî de ji ber ku Serkirdeyê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa neçû îfadedayînê derbarê wî de ji aliyê Dadgeha Hewlêrê ve biryara girtinê hat derxistin. Sekereterê Goran Newşîrvan Mistefa bi tehdîdkirina kompanya û konsolxaneyên biyanî yê li Herêma Kurdistanê û fermandana revandina endazyarên biyanî tê sûcdarkirin. Dengê Newşîrvan Mistefa ku ev tehdîdan dike di medyayê de belavbûbû. Piştî mijar gihîşt dadgehê jê hat xwestin ku derbarê angaştan de îfade bide. Lê belê Mistefa û Tevgera Goran vexwendina dadgeha Hewlêrê redkirin û Serkirdê Goranê îfade neda. Dadgeha Hewlêrê jî ji ber ku îfade nade, ji bo bi zorê îfade girtina Newşîrwan Mistefa derheqê wî de biryara girtinê stand. Serokê dadgehê Hakim Samih Osman, diyarkir ku ruxmî vexwendina wan Newşîrwan Mistefa nehatiye îfade dayînê û got: “Ew iddîa hîn di bin lêpirsînê de ne. Eger kesê di bin gumanan de neyê dadgehê şaşîtî yan rastiya îddîayan zelal nabe û eger li dadgehê amade nebe, dê dadgeh biryara xwe bide.” Berdevkê Goran Şoreş Hacî jî îddia kir ku ew biryara di derheqê Newşîrwan Mistefa de ji aliyê dadgeha Hewlêr û asayîşê ve hatiye derxistin. Û got ew wekî Goran wê biryara li derveyî qanûnê dibînin û qebûlnakin û dosyayê ji red dikin. PDK’ê bersîveke tûnd da Goranê Piştî biryara girtina Newşîrvan Mistefa, medya û rayedarên Goranê, tohmetbariya PDK’ê kirin ku ev biryar ji aliyê wan ve hatiye girtin. Li ser vê yekê PDK bi daxuyaniyekî fermi bersîva Goranê da û ji bo Sekreterê Goranê got ‘bi tehdîd û hewldanên tevliheviyê yekitiya netewî ya Kurdistanê têknaçe.’ Di daxuyaniya tund ya politborûya PDK’ê de wiha hat gotin: “Bi tawanên bê esl û bi sextekariyê, yekitiya netewî ya Kurdîstanê têk naçe. Bi tehdîd û bi derxistina aloziyan nizama Kurdistana navxweyî nayê guherandin.“  Barzanî: Bersîva Goranê piştgiriya serxwebûnê ye Biryara darezandin û girtina Newşîrvan Mistefa bû sedem ku medya ya Goranê tevî PDK’ê, Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bike hedef. Di rojên dawîn de di medya ya Goran de derbarê Barzanî de kampanyayeke reşkirinê hat destpêkirin û hat îddîakirin û di biryara dadgehê de tesîra Barzanî heye. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li ser vê yekê derbarê kampanya ya reşkirin û îddiayên ku medya ya Tevgera Goran piştî biryara dadgehê derbarê wî de belav dike bersiv da. Serokatiya Herêmê derbarê mijarê de peyamek ji raya giştî re belav kir û têde daxwazê ji hemû aliyan kir ku kes ji dêvla wî bersiva Goranê nede. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku divê bersîva Goranê bi rêya piştevaniya serxwebûn û Pêşmergeyên Kurdistanê bê dayîn. Peyama Barzanî wiha ye: “Di derbarê wê helmeta ragihandin û teşhîrên ji aliyê Tevgera Goran û kesên nêzîkî wan li ser şexsê min birêvediçe, daxwaz ji xelkê serbilind ê Kurdistanê dikim ku kes li ser min bersîva vê helmetê û axaftinên wan nede û kes xwe ji bo wê asta nizim danebezîne. Daxwazê ji we dikim palpişt û bergirîkarê serbixweyî û Pêşmergeyên me yên qehreman bin. Bergirîkarê heq û dadperweriyê bin û li beranber gendelî û kultûra dijûn û cinêwdanê rawestin û parêzerê çand û bihayên bilind ên gelê me bin. Di vê rewşê de pêwîst e ewlewiyeta serekî ya me hemû aliyek serbixweyî û piştevanîkirina Pêşmerge ya ji bo têkşikandina terorîstên DAIŞ’ê û baştirkirina jiyana xelk û rûbirûbûna gendeliyê be. Bi dilniyayiyê ve ew ên yekrêziya gel têk didin û hewla têkdana aramî û asayîşa Kurdistanê didin û musîbet li ser vî gelî tînin dê bigihin sizayên xwe yên yasayî.” Eli Ewnî (PDK): Newşîrwan helwestên Saddam nîşan dide Endamê Polîtburoya PDK’ê Elî Ewnî idia kir ku ew biryarên qebûlnake. Bi nehatina Newşîrvan Mistefa ji bona dadgehê. Elî Ewnî ji BasNûçe’yê re axivî û got: “Daxuyaniyê Newşîrwan helwesta Saddam Hisên a dadgehê anî bîra min. Saddam bi deh hezaran mirovên sivîl qetilkir. Di dadgehê de behsa emperyalîzmê, yekîtiya Iraqê û mafên mirovan dikir. Hakim Rauf Abdülrahman ji wî re got ‘Te qetla însanan kiriye. Dev ji emperyalîzmê berde rastiya bêje.’ Niha jî Newşîrwan Mistafa heman tiştî dike. Ji ber tehdidkirina kuştina mirovan tê darizandin. Li Silemaniyê ji gel re behsa edebiyata emperyalizmê dike. Dengê wî yê tomarkirî heye. Eger netirse were dadgehê, ew denga dê di labaratuaran de were zelalkirin gorî we encamê dê dadgeh biryarê bide.” Di daxuyaniya xwe de Elî Ewnî got ku Newşîrwan Mistafa ji hewldanê tekoşîna li dijî gendeliyê ditirse û hewl dide ku operasyonên li diji gendeliyê negihên Silemaniyê. Ewnî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Hewlêrê gelek diz hatin girtin. Li Silemaniyê ji dê ev operasyon pêşkeve. Newşîrwan Mistefa ji vê ditirse. Ji ber ku serkêşiyê ji gendeliyê re dike.”  DYA: Em ê piştgiriya xwe ya ji bo Pêşmerge berdewam bikin Din nav vê heftê de Serokê Herêma Kurdsitanê Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya şandeya nûnerê Koalîsyana Navnetewî Sean MacFarland û Balyozê Amerika yê li Iraqê Stuart Jones kir. Ew hevdîtina ku di asta jor de nûnerên leşkerî û dîplomasî di navde bûn balkişandin ser hevkariya li nav xwe û hat gotin dê Amerika piştgiriya xwe ji bona Peşmergeyan berdewam bike. Rûsya: Wê piştgiriya me ya ji bo Kurdistanê berdewam bike Ji aliyên din ve Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdsitanê Neçîrvan Barzanî ku ji bona beşdarbûna 20. Foruma Aborî ya Navnetewî çû St. Petersburga Rûsya yê, bi Wezirê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtina navbera Serokwezîr Barzanî û Wezirê Derve yê Lavrov de bal hatkişandin li ser peywendîyên dostane yê navbera Rûsya û Kurdistanê de û hat diyarkirin ku bi hebûna Konsolxaneya Rûsya yê li Kurdistanê, hebuna kompanyayê petrolê û tekoşîna li hember DAİŞ’ê ispata peywendîyên baş e. Sergey Lavrov, da xuyakirin ku wê di çarçoveya tekoşina li hember DAİŞ’ê de ewê piştgiriya xwe ji bona Reveberiya Herêma Kurdistanê berdewam bike. Serokwezîr Barzanî ji spasiya xwe ji bona Rûsya da diyarkirin ku di tekoşîna li hember şerê DAİŞ’ê de Rûsya imkanên ku daye Herêma Kurdistanê. Û hêviya berdewamiya alîkariyê kir. Neçirvan Barzanî, got: “Ji ber ku alîkariya Rûsya em spasiya tînin ziman. Em hêvidarin dê alîkarî berdewam be. Peywendiyê me yê dostane dê di warê siyasî, aborî û çandî de wê bi hêztir berdewam bikin.” Di hevdîtinê de rewşa awarte ya li Herêma Kurdistanê û pêşketinên siyasî yên vê dawiyê hatin rojevê.  Mesrûr Barzanî: Divê Iraq bibe 3 parçe Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di derbarê geşedanên Iraq û Herema Kurdistanê û şerê li dijî DAİŞ’ê de daxuyaniyek da Reutersê. Barzanî di daxuyaniya xwe de got ku piştî DAIŞ’ê ji bo ku pevçûnên li herêmê bi dawî bibin, divê Iraq di navbera kurd, sûnne û şîeyan de were parvekirin. Mesrûr Barzanî ragihand ku Iraqa Federal êdî bi kêr nayê, divê li Iraqê di navbera kurd, şie û sûnneyan de pergaleke parvekirî were avakirin. Barzanî diyar kir ku êdî tu rastiya dewleta Iraqê nemaye û sistemeke ku her parçe xwedî paytext û hikûmeta xwe ye were avakirin rasttir e. Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku êdî tu baweriya gelên Iraqê bi jiyaneke hevpar û di bin banekê de nemaye û got, “Lê dibe em bibin cîranên baş û bi vî awayî em dikarin hin projeyan bi hev re birêve bibin.” Barzanî eşkere kir ku sedema derketina DAIŞ’ê li Iraqê li ber çavnegirtina erebên sunne ji aliyê erebên şîe ve bû û wiha axivî: “Ji ber vê yekê DAIŞ’ê herêmên sunneyan bi hêsanî bidest xist.” Mesrûr Barzanî derbarê amedakariyên operasyona rizgarkirina Mûsilê jî diyar kir ku beriya rizgarkirina bajar, divê mijara birêvebirina piştî DAIŞ’ê zelal bibe û wiha domand: “Piştî ku Mûsil hat rizgarkirin, di warê îdarekirinê de valahiyek çêbibe, ew ê bibe karesat.”

  Kemal Azad/Bas

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: