Cîhan

Tirkiye ji bo NATO yê tehdît e

Rojnama The Washington Times,  di nivîsek ya xwe de behsa rewşa Tirkiye û welatên di nava hevpeymaniya NATO yê de dike. Rojname dibê ku Tirkiye li ser NATOYê dibe tehdît.

The Washington Times  dide xûyakirin ku, dixweyêTirkiye ji dev kirîna sistema fûzeyên Rusî S-400 ê bernade. Ev helwesta Tirkiye dibe sedemek mezin ku problemên giran di navbera welatên NATOyê de derbikeve.

Rojname dibêje ku, Erdogan bi tenê kirîna S-400ê nasekine û niha jî destpêkiriye behsa sistema S-500ê dike.Ev helwestên bi vî awayî qet ne bi keyfa Emerikayê ye.Emerîka vekirî got ku, eger Tirkiye sistema S-400ê bikre em balefirên F-35 a teslimê Tirkiye nakin,lê hêja hêviyên Tirkiye hene ku balefir dema hatî diyarkirin de bêne teslîm kirin.

Li gora rojnamê, Tirkiye aliyekî ve pêwendiyên xwe li gel welatên tundrevên Îslamî pêşve dibe û ji aliyek din ve pêwendiyên xwe di nava NATOyê de berdewam dike.Wek tê zanin ji salên 60î heta niha Tirkiye ji bo bibe endamê Ewropayê pêwendiyek li gel Brukselê heye. Lê herî dawî Parlementoya Ewropa biryar da ku, divê pêwendiyên Yekitiyê li gel Tirkiye bêne sekinandin.

Lê Tirkiye hêja naxwaze têbigihê ku, baweriya welatên rojava û hevpeymanên Tirkiye li Tirkiye nemaye.

Back to top button