Tirkiye gavek din ber bi YE ve avêt
Bi qebulkirina guhertinên pakêta destûrê, Tirkiye gavek din berbi Yekiya Ewropa ve avêt. Di derbarê encamên referandumê de, serokê Parlementoya Ewropa, Jerzy Buzek daxuyaniyek da.
Jerzy Buzek di daxûyaniya xwe de dibêje ku, Tirkiye bi encamên referandumê gevek din nêzikî Yekitiya Ewropa bûye. Gelek tiştên ku di pakêta guhertinê de heyîn daxwaza YE bû. Jerzy Buzek daxuyakirin ku, ev guhertin baş bûn û gavek girîng bû,lê têrê nake hêja divê Tirkiye gelek tiştên din jî bike. Li gora dîtina serokê Parlementoya Ewropa, divê hukumet destûrek nû û piralî amade bike.Tirkiye ber bi civakek sivîl ve dişe ev gelek erêniye.
Wezîrê Derve yê Swedê Carl Bildt jî daxuyaniyek belav kir. Bildt di daxuyaniya xwe de dibêje:Milet ji bo Tirkiyek demokratîk gote erê. Ev gavek gelek girînge. Ez bawerim piştî vê gavê, wê serokwezîr Erdogan hê bi cesaret tir ji bo amadebûna destûrek nûjen kar bike.
Wezîrê derve yê Almanya Guido Westerwelle: Encamên referandumê cesaretek da wan kesan yên ku dixwazin pêvajoya reformê berdewam bikin.Herweha vê encamê berê Tirkiye da Ewropa.Vêca divê kesek welatek wek Tirkiye piş guhê xwe ve navêje.