Polîtîk

Di doza Hrant Dink de Tirkiye mehkûm bû

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ( DMME ) Di doza Hrant Dinkê de Tirkiyeyê mehkum kir.Dadgeh di heman demê de 133 hezar û 595 Euro jî cezayê pere da.

Dadgeh piştî serlêdana malbata Hrant Dink bi lezûbez destpê darizandinê kirîbû û di dawiyê de Tirkiye bi awayekî eşkere sucdar hate dîtîn.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa daxuyakir ku Tirkiye, xalên 2, 10 û 13 ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îhlal û xerakir. Ji gor biryarê Dadgeh  Tirkiye mecbûr ma ku ji malbata Hrant Dinkê re û digel masrafên Dadgehê dê 133 Hezar û 595 Euro bidî.

DMME 5 serlêdanên malbata Hrant Dink bi yek dosyayê de girêda û biryare hevbeş da.

Malbata Hrant Dînk bi wan îdaayan serêlêdabûn :

–    Dewleta Tirk ji bo parastina Hrant Dînk rola xwe nelihîstiye û berpisyariya xwe bicih neaniye
–    Lêpirsinên aktîf li ser failan nehatiya kirin
–    Tirkiye gelek car fikrên Hrant Dink mehkûm dikir û ew jî bû sedema êrîşa nijadperestan

Back to top button