Cîhan
Sarah serbest berdan
Hevwelatiya Amerîka Sarah Shourd hat azad kirin. Meha temuz a 2009-ê, Hevwelatiya Amerîka Sarah Shourd û hevalek yê xwe,li Kurdistana Başûr li ser çiyan gerek dikiran. Nezanîn rêya xwe winda kirin û ketin di nav axa Îranê de. Herdu hevwelatiyên Amerîkî hatin girtin û ew bi tuhmeta sîxuriyê rêkirin girtîgehê.
Sarah Shourd îro hate berdan û teslîmê Balyozxana Swisre hate kirin. Li gora daxuyaniya dadgeha Tehranê Sarah Shourd li himber 500 hezar dolar bi kefalet hatiye berdan. Lê Heta niha hukumeta Amerîka di vê derbarê de tu daxûyanî nedane. Balyozxana Swisre karê amerîka li Îranê jî deke. Balyozxanê di daxuyaniyekî de dibêjin ku tu pere ji bo kefaleta Sarah Shourd nedane dezgehên Îranî.