Peymana 60 milyar dolarî di navbera Amerîka û Erebîstana Suudî de
Di dîroka Dewletên Yekbûyî Amerîka û Erebîstana Suudî de amadekariya herî mezin ji bo firotina çekan.
Di çerçoweya 60 milyar dolarê de ji bo Erebîstana Suudî balafir û kopterên cengî têne firotin
Rojnameya Wall Street Journal da zanîn ku Wezareta Parastinî û Pentagon li ser peymana firotinê agahdariyê dane Kongreyê.
Piştî agahdarkirinê , lêkolînên Kongreyê li ser firotin jî destpê dike. Di vê pêvajoyê de mimkûne ku şert û mercên peymanê bêne guhertin yan jî betal bikin.
Lê pisporan da zanîn ku bi îhtimaleke mezin Kongre peymana firotinê bipejirîne.
Ji ber ku Erebîstana Suudî hevalbendekî Amerîkayê ye û dixwazin li hemberî Îran jî rêveberiya Riyad bihêz bibe.
Di derhaqa teferuatên peyman û firotina çekan de zanyariyekî nehatiyê dayîn.
Lê berpirsyarên Wezareta Parastinê da zanîn ku bi dehan balafirên cengî ya F-15 û Kopterên weka Apache, Black Hawk û Little Bird jî di rojevê de ye.
Erebîstana Suudî li dinyayê de ji bo kirîna çekan welatêkî sereteye.
Rêveberiya Riyad ji bo parastinê di navbera salen 2001 Û 2008an de 37 milyar dolar xerc kiriye.