Dosya
Sibê zaniyariyên nû tên eşkere kirin
Komîta lêkolînana dosyeya terorkirina şehîd Serdeşt Osman di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew dê di nava 24 seetan de zaniyariyên giring li dor bûyera terorokirina Osman eşkere bikin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku komîteya lêkolîna dosyeya terorkirina Serdeşt Osman di destpêka karê xwe de ji hevwelatiyan û kesûkarên şehîd Serdeşt re soz da bû ku wan ji emcamên lêkolînê agadar bikin.
Komîteya navborî di de xuaykirin ku ew dê di nava 24 seetan de zaniyariyên nû li dor bûyerê eşkere bikin.
Weke tê zanîn Serdeşt Osman (23) xwendekarê zanîngehê bû û roja 04.05.2010ê ji Hewlêrê hat revandin û piştî du rojan kuştî li Mûsilê hate dîtin.