Polîtîk

Encamên referandumê kezeba Bahçelî qetand

Serokê MHP-ê Devlet Bahçelî, piştî referandumê, cara yekem axavt û di axaftina wî de kîn û tirs hebû. Bahçelî di axavtina xwe got: “ Bi encama referandumê pêvajoyek xeter û tarî ji bo Tirkiye destpêkiriye.“

Bahçelî berdewambûna axavtina xwe de got: “ Ak-Partiyê imkanên dewletê karanîn û di referandumê de erê serket. Qebûlkirina guhertina destûrê, berê miletê Tirk daye rojên tarî û Tirkiye ketiya di nav xetera parçebûnê de. Dewleta netewî bûye armanca Ak-Partiyê. Ev guhertin ji aliyê miletê Tirk ve nayê qebûl kirin. Erdogan yekitiya miletê Tirk têkdide û berê me dide parçebûnek etnîkî. Em bangî Erdogan dikin, bila ji encamên referandumê cesaretê negire û vekirina PKK-ê berdewam neke. Eger Erdogan vekirinê berdewam bike, dê ew bi xwe bimînê di bin vî barî de bifetise.“

Herweha Bahçelî daxwaza hilbijartinên giştî yên awarte dike. Wek tê zanîn di navbera MHP-ê de gelek nexweşî derket û referandumê de hinek li dijê helwesta Bahçelî bi xwe derketîbûn.Lê gelek vekirî dixweyê ku tirsa guhertinan û demokrasiyê ketiyê di dilê nijatperestên Tirk de.

Back to top button