Tirkiye êrîşê rojavayê Kurdistanê kir
Piştî êrîşa çekdarî ya duh li Enqere dijî TAI-ê, bi şev 32 êrîşên hewayî ji aliyê Tirkiyê ve li ser Herêma Kurdistanê û Rojava hatin kirin.
Di êrîşan de bi taybet li Rojavayê Kurdistanê zerareke mezin binesaziyê.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê ya der barê êrîşan da hat gotin ku di çarçoveya mafê xweparastinê yê ku ji xala 51. Peymana Neteweyên Yekbûyî.”
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku 32 hedef hatinji navbirin û “operasyonên hewayî bi biryardarî dewam dikin.”
Li Rojavayê Kurdistanê di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn. Li Qamişlo, Dêrik, Kobanê, Tel Rifat û Minbicê êrîşên hewayî û topan hatin kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê de got, “Tirkiye herêmên me bi awayekî rasthatî û bê hincet bombebaran dike, xizmetguzarî û saziyên tenduristiyê dike hedef. Ev sûcekî şer e.”
Mazlûm Ebdî got, “Me gelek caran ragihandiye ku em ji diyalogê re amade ne, lê em tekez dikin ku hêzên me ji bo parastina gel û axa xwe amade ne.”