Wezareta Derve ya Tirkiyê di derbarê şehid kirina pêşmergeyan û hemwelatiyan de daxûyaniyek belav kir. Wezeretê di daxûyaniyê de, hevxemiya xwe ji bo şehîdbûna welatî û Pêşmergeyên Kurdistanê di êrîşa DAIŞê ya li ser gundê Xidircîce yên ser bi Mexmûrê ve nîşan da.
Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, “Bi nûçeya canjidestdana welatî û efserên Herêma Kurdistanê, xemgîn in”
Herwiha ragihand, “Wê êrîşa tirsnok ya DAIŞê bi tundî şermezar dikin. Got jî: “Pirse û sersaxiyên xwe arasteyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.”
Wezareta Derve ya Tirkiyê destnîşan kir jî, “Di piştevanîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê de berdewam dibin.”
Şeva 2ê Berfanbarê çekdarên DAIŞê êrîşî çend gundên Mexmûrê yên li ser binarê çiyayê Qereçoxê kirin û di encam de li gundê Xidircîce 3 welatî û 10 Pêşmerge şehîd bûn û 5 welatî jî birîndar bûn.