CîhanRojev

Tirkiye endametiya Swed a NATOyê erê dike!

Ji 31 welatên NATO’yê 29’an protokola tevlîbûna Swêdê ya ji bo tifaqê pejirand. Ji ber ku biryarên di NATOyê de yekdengî hewce dike, biryar di destê serokên dewletan û parlementoyên Enqere û Budapestê de ye.

Duh êvarê Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku Tirkiye ji serlêdana Swêdê ya NATOyê re dibêje erê.

Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdoganê ku ji bo Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê ya li Vilniusa paytextê Lîtvanyayê ye, bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ra hat ba hev.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg piştî hevdîtinê daxuyanî da û got ku li ser endamtiya Swêdê ya NATOyê lihevkirinek çêbûye. Sekreterê Giştî ragihand ku Tirkiye dê di demek nêzîk de protokola endamtiya Swêdê pêşkêşî Meclisa Mezin a Tirkiyê bike.

Stoltenberg got, “Peymana ku me îro pêk anî, piştrastkirina peymana ku me par li Spanyayê çêkiribû ye. Birêz Erdogan biryara erêkirina endamtiya Swêdê daye. Di peymanê de hatiye nivîsandin ku Swêd wê çi bike.”

Stoltenberg da zanîn ku dê di navbera Tirkiye û Swêdê de mekanîzmayeke ewlehiyê ya dualî bê avakirin, Stoltenberg ragihand ku ew ê di dîroka NATOyê de cara ewil bibe Koordînatorê Taybet ê Têkoşîna li Dijî Terorê.

Di lûtkeya sêalî ya ku beriya daxuyaniyên Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg hat kirin de hat ragihandin ku Swêdê dubare kiriye ku ew ê piştgiriyê nedin YPG/PYD û FETO yê.

Her wiha hat destnîşankirin ku Swêd wê bi aktîf piştgiriyê bide pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê, di serî da nûkirina Yekîtiya Gumrukê û serbestkirina vîzeyê.

Hat ragihandin ku Tirkiye dê Protokolên Tevlêbûna NATOyê yên Swêdê bişîne Meclîsê û ji bo erêkirina wan dê ji nêz ve hevkariyê bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ew pêşwazî li biryara Tirkiyê ya ji bo erêkirina endamtiya Swêdê dikin.

Biden di daxuyanîya ku da de wiha got: “Ez amade me ku bi Serokomar Erdogan û Tirkiyeyê re ji bo xurtkirina berevanî û bergiriyê li herêma Euro-Atlantîkê bixebitim.”

Back to top button