Îro Tirkiye dest êrîşa ser Efrînê kir. Di destpêkê de serokkomar Tayib Erdogan operasyona Efrînê ragihand. Herweha piştre serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim da xûyakirin ku, firokeyên cengî dest bombebarana Efrinê kirin.Herî dawî demjimêr 17..00 serokerkanê Tirkiye bi awayek fermî da xûyakirin ku, operasyona Efrinê destpêkir û firokeyên Tirkiye ezmanê Suriye ji bo êrîşê bi kar tînin.Eve demek bû Tirkiye hêzên xwe li ser sinor kom dikiran û diplomasiyê de li gel Amerika û Rusya di nava pêwendiyan de bûn. Herweha ji berî dest operasyonê bête kirin Amerika û Rusya agahdar kirine. Li gora medya Tirkiye firokê tenê li baregehên YPGê bombebaran dikin û herweha hat ragihandin ku, hêzên girêdayê Artêşa Azad di hinek deverên bejî re ketine Efrînê.
Pêş
18/04/2024
Rêber Ehmed: Li Herêma Kurdistanê rêxistinên terorîst tunene
18/04/2024
Nêçîrvan Barzanî: Divê hilbijartin bi rizamendî û beşdariya hemû aliyan bê kirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close