Polîtîk

Tirkiye dîsa çiyayên Qendîl û Zînî Wertê bombebaran dike

Şeva 14.04.2020 dû firokeyên cengî yên tirkiye nêzîkî 20 xulekan li esmanên çiyayê Qendîl, Zînî Wertê û Balekayetî firî û paşê wan navçeyan bombebaran kir. Birêveberê Bajaroka Qesrê jî dibêje bombebaran gundan negirtiye.

Şaxewan Wertî Birêveberê Bajaroka Qesrê daye zanîn ku bombebarana firokeyên tirkiye piştî zivirîna 20 xulek li ser asmanên çiyayên Qendîl li sînorê Raperîn û Balekayetî û Rewandiz ya li sînorê Hewlêrê bûye.

Her wiha Wertî dibêje firokeyan bombebarana newala (Dolî) Baleyan ya li sînorê bajaroka Qesrê ya ser bi qezaya Çoman, hinek deverên nêzîkî Zînî Wertê ya sînorê bajaroka Serkepkan û devera Qendîlê bombebaran kirine.

Back to top button