Tirkiye devera Şêladizê bombebaran dike

Bombebaran û topbaranên Tirkiyê li ser herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê berdewam in û firokeyên Tirkiyê îro jî Çiyayê Kure Jar li hindavê Dêrelûk û Şêladizê bombebaran kir.

Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin ku balafirên Tirkiyê Çiyayê Kure Jar bordûman kirine ku 1.5-2 km dûrî navçeyên nîştecêbûnê ye.

Herweha sibeha îro saet 04.00 sibehê topek ber gundê hirûrê ketiye.  

Dema 3 rojane ji ber bordûmanan agir ber aqarê gundên birîfka, Hirûrê ketiye û ber bi gundê Qumriyê diçe û ziyaneke zaf gihandiye wan navçeyan. 

Ev di demekê de ye ku duh şer bi tundî berdewam bû û 2 caran tuneleke gerîalyên PKK hat bombebarankirin û tirseke mezin di nav welatiyan de belav bû.

Heta niha 5  gund hatine valakirin  ku ew jî Kêste, Çelka Krîstiyanan, Edinê , Dêşîş û Serero ne û herwiha metirsî li ser gundê Ure jî heye û 6 malên ku di gund de asê mabûn rizgar bûne.

Nerîna min :