Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ,  nûçeyên derbarê destdanîna ser dahata petrola Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve red kir.Di daxuyaniyekê de ku li ser malpera Hikûmeta Kurdistanê hatiye belavkirin, tê gotin, ku hin dezgehên medyayî nûçeyek belav kirine, ku qaşo ji ber hin sedemên siyasî, Tirkiyê dest danîbe ser dahata petrola Herêma Kurdistanê, lê belê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan îdiayan red dike.Sefîn Dizeyî dibêje: “Hinek ji saziyên medyayî yên neberpirs nûçeyeke çewaşekar belav kirine, ku qaşo ji ber sedemên siyasî, li Tirkiyê dest bi ser dahata petrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye girtin û rê lê hatiye girtin, ku (ev dahat) vegere Herêma Kurdistanê.”Dizeyî wan agahiyan red dike û dibêje: “Tevahiya vê nûçeyê hatiye çêkirin û çewaşekarî ye û bi tevahî ji rastiyê dûr e.”Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî dike, ku çend rojan arîşeyek di navbera banka sander û wergir de li ser proseya veguhastina pere derketibû û tekez kir: “Lê belê di dawiyê de arîşe hat çareserkirin û niha proseya veguhastina dahata petrolê di navbera her du bankan de bi şêweyeke rêkûpêk birêve dice.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: