Cîhan

Tirkiye derbasî Crablusê bû

Tirkiye li himber Cerablusê operasyonek destpêkir.Doh çend top ji Crablusê li nawenda navçeya Karkamiş a Entabê ketibûn. Bi biryara hukumetê navçeya Karkamiş piranî hatiye valekirin.Ji doh ve hêzên Tirkiye ji aliyekî Crablusê bombebaran dikin ji aliyek din ve hêzên xwe li sinor xortir dikin.Li gora gahdariya Medya Tirkî berê sibehê demjêmêr 05.55 ê hinek hêzên taybet yê Tirka derbasî Crablus bûn.Herweha balefirên cengî derbasî axa Suriye bûn.Crablus ji aliyê balefiran ve hate bombebaran kirin.Li gora nûçeyek ya ajansa Reuters hinek leşkerên Tirkiye derbasî Crablusê bûne. Lê berpirsên leşkerî li Tirkiye dibêjin ku hêja derbas nebûne, lê ew rêya derbasbûnê vedikin.Tirkiye ji aliyê sinor de bi tanka topa tavêjin Crablus û li gora dibêjin heta niha 70 cihên DAÎŞê bombebaran kirine û ji nav birine.Wek din hêzên muxelefeta Suriye bi alikariya Tirkiye derdora Crablusê xwe ji êrîşek berfireh re li dijê DAÎŞê amade dikin.

Back to top button