Firokeyên Tirkiyê lûtkeya çiyayê Heft Tebeq li herêma nahiya Dêrelûkê ku ser bi Amêdiya Duhokê ve ye, bombebaran kirin.
Rabîn Elî ku xelkê nahiya Dêrelûkê ye, vîdyoya dema bombebarankirina çiyayê Heft Tebeq bo Rûdawê şand û amaje bi wê kir ku firokeyên Tirkiyê bilindahiyên wî çiyayê bombebarankirin û “ji ber dengê zêde yê bombebaranê tirs li nav xelkê belav bûye.”
Ew welatî derbarê ziyanên bombebaranê de jî ragihand, “Ti ziyaneke xelkê sivîl nebûye. Ji ber dûriya wê herêmê li ser ziyanên din ti zanyarî li ber destê me nînin.”
Çavkaniyek emnî jî dibêje, “Zêdetirî mehek e, firokeyên Tirkiyê fokusa xwe dane ser zincîre çiyayê Bêsmit yê Heft Tebeq û Kurejar li nahiyeyên Dêrelûk û Şêladizê û di mehekê de ev cara heftemîn e ku tên bombebarankirin.”
Çavkaniyê emnî ku nexwest navê xwe eşkere bike, li ser ziyanên wan êrişên Tirkiyê jî ragihand, “Ew dever ji cihê niştecihbûnê dûr e û ti kesî sivîl bi ber wê bombebaranê neketiye, lê ji ber bombebaranê tirs bo xelkê çêbûye.”