Polîtîk
Tirkiye cardin êrîşê rojavayê Kurdistanê kir
Artêşa Tirkiyê careke din sînorê çend gund û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.
Bombebaranê derengiya şeva borî dest pê kir. Di êrîşê de nexweşxane û siloyek li Kobanê hat hedefgirtin. Di êrîşê de 7 karker birîndar bûn.
Ji aliyê din ve di encama bombebarana gundê Minbicê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.