
Parlamenterê partîya Lîberal ya Swêdê Fredrik Malm ku li ser kêşeya Kurdistanê û bûyerên li Rojhilata Navîn çavdêr û şarezaye, îro di medya civakî de bi awayekî îronîk henekên xwe bi Serokê Partîya SDyê Jimmie Åkesson û girtina wî ya li Tirkiyeyê kir.
Jimmie Åkesson, bêriya 3 rojan di wextê derbasbûna penaberan ya ku ji deriyê Tirkiyeyê ku ber bi Yewnanîstanê ve diçûn, belavokên partîya xwe belavkiribun. Di belavokê de ji penaberan re dabû xuyakirin ku, gere ew neyine Swêdê, ji ber ku li Swêdê ji bo wan cih tuneye, tije ye û dê ew ne karibin alîkariya pereyan û xanîyan bikin. Di binê peyamêde jî wek ku ev daxwaza xelkê hemû Swêdê ye dîyar kiribû.
Ji ber ku Jimmie Åkesson, bêyî icazeta dewleta Tirkan van belavokan belavkirîye ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve hat girtin û wî ji Turkiyê derveyî sînor kirin (deport).
Fredrik Malm dibêje, erê Jimmie Åkesson li Tirkiyeyê hatiye girtin, lê dê zehmet be ku wî bikin hepsê, ji ber ku di hepsên wan de cih tune ye.
