PolîtîkRojev

Tirkiye bi tundî bombebaran dike

Ji şeva din ve topxaneyên artêşa Tirkiyê gundên sînorê Kanî Masî bi tundî topbaran dikin.

Serbest Sebrî, Rêveberê Nahiya Kanî Masî ya ser bi navçeya Amêdî ji K24ê re ragihand: “Ji şeva çarşemê heta niha, 9 gund di bin topbarana artêşa Tirkiyê de ne.”

Sebrî eşkere kir: “Beşek ji wan gundan bi temamî hatin valakirin û li hejmarek gundan pirsgirêka çavkaniyên ava vexwarinê derketiye holê.”

Herwiha ragihand: “Rêya gundê Ore, ku 24 mal tê de hene, bi awayekî berdewam di bin topbaranê de ye û xelkê gund ketine rewşeke xirab û em hewl didin rêyekê ji bo rizgarkirina xelkê gund bibînin.”

Serbest Sebrî behsa wê yekê jî kir ku tîmeke pûçkirina teqemeniyan şandine devera Geliyê Qumrî, da ku mûşekeke neteqiyayî, pûç bikin.

Back to top button