
Li gor nûçeyeke li ser rûpela Serhad Mêrdînî hatiye parvekirin têda eşkere dibe ku dewleta tirkiye bi dara zorê penaberan ji tirkiye derdixe û dişîne tixûbên Yunanê.
Mêrdînî peyama xwe dibêje:Ev video ji aliyê penaberan ve hatiye girtin. Polîsên Tirkî bi tehdît û lêdanê penaber anînê ser sînor û ji wan dixwazin ku axa Turkiya terk bikin. Penaber dibêjin “li pêşiya me bahr heye emê bifetisin” û qebûl nakin ku ji wesayitê dakevin li beramberî vê helwesta penaberan polîsên dewleta Tirk çeka xwe ji berxwe dikşîne û dixe serê zarokên penaberan û wan bi mirinê tehdît dike.
Her wiha berdewamiya peyamê de dibêje: Ev yek li gor zagonên navdewletî sûce. Dewleta Tirkiya penaberan gelek bi zanebûn dişîne ser mirinê ji bo berjewendî û siyaseta xwe ya rezîl û faşil.