Cîhan

Jina Kurd li nava 100 jinên sedsalê de nîne

Kovara Time ku hemû salê wêneyê kesayetiyên salê belav dike, li van 72 salên dawî de wêneyên 100 jinên salê belav kiriye.

Helbet kovara Time li gor xwe gelek pîvanên sereke heye û ew sed jinên ku hatine hilbijartin jî bi tekez ked û xebata wan cihê rêzgirtinê ye, lê belê nebûna wan de cihê jinên Kurd, cihê pirseke mezine.

Lê belê dinya alem hemû jî dizane ku jinên Kurd hilbijardetirîn û serkeftîtirîn û şoreşgertirîn û nûjentirîn û zîrektirîn jinên cîhanê ne. Ji bo çi? ji ber ku sedsal zêdetirê ji bilî bindestiya welatê wan û bindestiya dewletên dagîrker û bindestiya ol û mezheban, şerê dirindetirîn û wehştirîn terorîstên cîhanê ku Daîş bû kirin û cîhanê ji wan terorîstên Daîş rizgarkirin. Pêwîst bû ev jî bihata dîtin…

Back to top button