PolîtîkRojev

Tirkiye berdewamî başûrê Kurdistanê bombebaran dike

Balafirên şer ê Tirkiyê ji ber hebûna baregehên PKKê li herêma çiyayê Asos li qezaya Mawetê ya ser bi Silêmaniyê bombebaran kir.

Qaymeqamê Mawetê Kameran Hesen ji BasNewsê re axivî û da zanîn îro roja şemiyê çiyayê Asosê herêma Xirolî Kanî Kinêr û Kelkî Şîlanan nêzîkî Gelaleyê ya ser bi qezaya Mawetê ji aliyê firokeyên şer ê Tirkiyê hatine bombebaran kirin.

Herwiha Kameran Hesen amaje bi wê yekê jî kir hîç ziyaneke canî ji ber bordûmanê çênebûye û tirs li nava şêniyên xelkê çêbûye. Herwiha çend cotkarên gundê Gelaleyê nêzîkî cihê bombebaranê bûne.

Qaymeqamê Mawetê Kameran Hesen dibêje çar sale çiyayê Asosê ji ber hebûna baragehên PKKê bi giranî tê bombebaran kirin.

Back to top button