Cîhan

Tirkên neteweperest petrola Kurdistanê naxwazin

Di medya Tirkî de taybetî di medya neteweperestên Tirk de, pirsa rêkirina petrolê ji Kurdistana Başûr ji bo Tirkiye gelekî tê rexnekirin û vê yekê wek xeterekî li ser rewşa Tirkiye dibînin.

Herweha dixwazin pêwendîyên Tirkiye ne li gel herêma Kurdistanê , li gel hukumeta Bexdayê hebin.

Di vê derbarê de Ulusalkanala Tirkî nûçeyek belav kir û di nûçeya xwe de dibêje:
Siyaseta petrolê ya AK Partiyê jiyana dide desthilatdariya herêma Kurdistanê. Herweha vê yekî wek xeterekî dibîne.

Ulusalkanal dibêje: Niha rojê 70 hezar birmîl petrol bi rêya tankera tê Tirkiye. 350 tanker vî barî tînin Tirkiye. Lê dê sala 2014ê xeta boruyê ya ku tê avakirin xilas dibe  û ev petrol bi vê xetê biherike Tirkiye.

Herweha heman medya îdia dike ku Kurdistanek di hîmaya Tirkirkiye de tê avakirin.

Back to top button