Civak

Tîma futbola Duhokê bû yekema Îraqê

Di lîstikên lîga nayab ya Iraqê de, tîma futbola Duhotê bi encama 1-0 tîma Telebe têk bir û bû yekema Iraqê.

Tîma Duhokê bo yekem car di dîroka xwe de karî şampiyona lîga nayab a futbola Iraqê bi dest bixe, piştî ku êvare duhî karî 1-0 di stadyuma Gel ya Bexdayê li hemberî tîma Telebe serbikeve.

Gula tîma Duhokê Kapoîtanê tîma han Xalîd Muşîr avêt û piştre heman lîstikvanî kopa lîga Iraqê bilind kir.

Piştî serketina tîma Duhokê lîstikvan û alîgirên wê tîmê li Bexdayê dest kirin bi kêfxweşiyê û ala Kurdistanê di cade û kolanên Bexdayê de bilind kirin, her wiha duhî heya direngiya şevê li Duhokê welatiyan kêfxweşiyan welatiyan berdewam bû.

(Avestakurd)

Back to top button