Cîhan

Tillerson li Bexdayê gel Ebadi civiya

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson gihîşte Bexdayê û li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya.Êvariya îro duşemî 23ê Cotmeha 2017ê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di çarçoveya serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn de gihîşte Bexdayê û li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya.Li gorî zanyariyan, yek ji mijarên sereke yên civînên Wezîrê Derve yê Amerîkayê li gel Heyder Ebadî û berpirsên din ên Iraqê, rewşa Herêma Kurdistanê piştî referanduma serxwebûnê be.Tillerson herwiha dê derbarê rola Îranê li Iraqê, avedankirina Iraqê piştî kontrolkirina navçeyan û şikestdana DAIŞê de li gel rayedarên pilebilind ên Iraqê de biaxive.Civîna Tillerson û Ebadî li Bexdayê di demekê de ye, ku duh yekşemiyê 22ê Cotmehê her du alî li Riyaz a paytexta Erebistana Siûdiyê bi hev re hevdîtin pêk anîbûn.Rex Tillerson piştî civîna li gel Ebadî ya li Riyaz a paytexta Siûdiyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Tekez milîsên îranî li Iraqê hene, niha jî ku şerê li dijî DAIŞê wa ber bi temambûnê ve diçe, divê ew milîs vegerin welatê xwe.”Ew daxuyaniya Tillerson rastî bertekan ji aliyê Ofîsa Serokwezîrê Iraqê û herwiha Heşda Şeibî hat.Ofîsa Heyder Ebadî di vê bareyê de ragihand: “Daxuyaniyên Rex Tillerson derbarê Heşda Şeibî de ecêb in, ti aliyek nikare û mafê wê nîne ku destwerdanê di karûbarên navxweyî yê Iraqê de bike û biryar bide, ku iraqî divê çi bikin.”Berdevkê Heşda Şeibî Ehmed Esedî îro di konfranseke rojnamevanî de ragihand: “Daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson a derbarê hebûna milîsên îranî li Iraqê tê redkirin, nayê qebûlkirin, tohmeteke betal e û ti bingeha wê ya rast nîne.”Ehmed Esedî got, ku hemû çekdarên wan iraqî ne.Berdevkê Heşda Şeibî tekez kir: “Ev cure daxuyanî ji ber ezmûna kêm an jî kêmiya zanyariyan e û bêrêzîkirine bi xwînê.”Ehmed Esedî daxwaz kir, ku Amerîka ji ber daxuyaniya Tillerson daxwaza lêborînê bike.Esedî amaje bi wê jî kir, ku hemû şêwirmend bi agahdariya hikûmetê li Iraqê ne û piştî bi dawî hatina operasyonên serbazî, hikûmeta Iraqê dê daxwaz ji wan bike ku wî welatî terk bikin. Rûdaw

Back to top button