
Kesek zêde behsa pêwendiyên tarî yên weşartî nake. Di bingehê xwe de, sixûrî di van pêwendiyan de peyda dibe û aliyên siyasî di van pêwendiyên weşartî û tarî de dibin taşeronên siyasî.
Dara Bilek
Gelek cara li ser cureyên pêwendiyan nirxandinên cuda çêdibin. Heta hinek alî ji nirxandinan zêdetir hinek pêwendiyan rexne dikin. Di nava Tevgera kurd de pêwendî jî xwedî cihek berfireh e û ser siyasetê rolek mezin dileyz e. Çewe mirov siyaseta rojane yan jî helwesta hinek aliyê siyasî gotubêj dike ,cureyê pêwendiyan jî têne gotubûj kirin.
Eger mirov li dîroka tevgera azadixwaz a Kurdistanê binere du cureyên pêwendiyan derdikevin holê. Pêwendiyên eşkere yanî yên şefaf û pêwendiyên weşartî yên tarî.
Pêwendiyên zelal her demî li gora hinek prensiban têne danîn û gelek cara ev pêwendi jî dema têne nirxandin hinek alî hineka rexne dikin. Ji ber ku ev pêwendî di medyayê de cihek berfireh digrin û kanalên televizyona de têne şirove kirin jî. Mixabin di nava hinek aliyên ku li ser navê Kurda siyasetê dikin, di rexneyên xwe de tu sinorekî nasnakin, rexneyên wan hêdî dikeve warek derew û bêbextiyan de. Li Kurdistanê aliyê herî zêde vê yekê dike PKK û derdora vê rêxistinê ye.
Niha di rastiya xwe de herêma Kurdistana Iraqê, li gora destura Iraqê herêmek federal e û Parlemnatoya wê, serokatiya herêmê û hukumeta herêma Kurdistanê heye. Ev dezgeh hemû jî bi hilbijartin çêdibin û li gora qanûnekî tine rêvebirin. Elbet mirov dikare awayê rêvebirina van dezgehan rexne bike û rêyek baştir bide pêşîya wan. Lê dema mirov wek siyasetek Kurd yan jî aliyek Kurdistanî wan qebûl neke û wan wekî herêmek federal Kurdistanê nebîne, hinge cureyê şîrovekirinê tê guhertin û tişta tê kirin dibe dijminahiya destkeftiyên beşek e Kurdistanê ku, bandora xwe li hemû Kurdên cîhanê dike.
Ji aliyek din ve dema pêwendiyên herêma Kurdistanê dewletên cîran re (her çikas em kurd wan wek dewletên dagirker bi na dikin , ev pirsek din e) tên danîn pêwendiyên zelalin û di bin ala Kurdistanê de hevdîtin pêktêne. Gerek her kurdek bi vê yekê serbilindbe. Ew dewletên ku Ala Kurdistanê wek parçeyek kumaş didan nasandin û îro di bin wê alê de seremoniya bikin û civîna desthilata herêma Kurdistanê re bikin, ev dibe cihê şanaziya hemû kurdên niştiman perwer.
Lê kesek zêde behsa pêwendiyên tarî yên weşartî nake. Di bingehê xwe de, sixûrî di van pêwendiyan de peyda dibe û aliyên siyasî di van pêwendiyên weşartî û tarî de dibin taşeronên siyasî.
Gerek aliyên siyasî, niştimanperwerên Kurd, rewşenbîr , siyasetmedar û hûnêrmend, herkesek Kurd ku xwe Kurdistanî dibîne , destkeftiyên başûrê Kurdistanê û statuya wê ya fermi û navdewletî ji bo xwe wek destkeftiyeke netewî bibîne. Di vê qonaxê de cihê ku Ala Kurdistanê lê bilid dibe ev beşê welatê meye. Dema em dibêjin , dive em Kurdistanê û destkeftiyên Kurdistanê wek bîboka çavê xwe biparêzin divê em ji dilê xwe û bîrû baweriya xwe ya niştimanî vê yekê bêjin. Nabe em tiliya xwe bîboka çavê xwe re bikin û xwe kor bikin.
Êrîşek mezin li ser destkeftiyên başûrê Kurdistanê heye. Ev êrîş ji aliyê dewletên herêmê ve têne kirin û herweha ji aliyê taşeronên wan yên Kurdistanê ve têne kirin. Erka mezin ya her kurdekî ewe ku xaka azad a Kurdistanê li himber hemû cureyên êrîşa biparêze.
Gelek cara hezar tişt têne gotin lê gelek jê nayê fam kirin , yan jî hinek naxwazin tê bigihin. Lê care gotinek tê kirin berfirehî tê fam kirin.
Bê guman di vê derbarê de gelek tişt hene ku mirov bêje. Lê eger ji çar rêza neyê fam kirin ,bi hezar rûpelan jî nayê fam kirin.
30.01.2021