Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Mûşê miting çêkir
Mîtînga Alî Zîver Çakiyî Mûş hejand!
Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat yê Mûşê Ziver Çaki, roja(28.03.2019) li Meydana Beledîyeyê ya Mûşê mîtînga xwe ya hilbijartinê li dar xist. Gelê Mûşê eleqeyeke germ û mezin nîşanî mîtînga namzetê serbixwe yê Mûşê da.
Girseya mîtîngê bi stranên Kurdî dîlan gerandin.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û gelek rêvebir û endamên PAKê û PSKyê beşdarî mîtîngê bûn.
Endamê Meclîsa PAKê Mirza Akar pêşkêşîya mîtîngê kir.
Cîgirê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekin, Endamê Meclîsa PAKê Sîrac Kirici û namzetê serbixwe yê Mûşê Alî Zîver Çaki di derbarê sîyaseta Tifaqa Welatperwer û Demokrat û projeyên birêvebirina şaredarîyan de bîr û rayên xwe anîn zimên.
Polîsê Mûşê nehişt ku Tifaqa Welatperwer û Demokrat alayên Kurdistanê bixe meydana mîtîngê û bi kamera û tedbîrên polîsî yên gelekî zêde xwest çavê girseyê bitirsîne.
Lê li gel vê helwesta polîsan û li gel ku baran jî dibarîya, xelkê Mûşê pêşewazîyeke baş nîşanî mîtînga namzetê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat da.