Polîtîk

Serokê Kurdistanê çewe bête hilbijartin

Li gora nûçeya Rûdawê, li ser vexwendina Serokatiya Parlementoya Kurdistanê, roja şemiyê 30-03-2019an parlemento ji bo sererastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê dicive. Roja şemiyê dê xwendina yekem ji bo yasayê were kirin, piştre divê xwendina duyem jî were kirin û xwendina sêyem dengdana yasayê ye û êdî dê biçe warê cîbicîkirinê.

Seroka Parlementoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd dikare daxwaz bike ku di nav hefteyekê de her sê xwendin ji bo projeyasayê were kirin. Piştî ku yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê derkeve, heta sê rojan deriyê xweberbijêrkirinê ji bo berbijêrên Serokatiya Herêma Kurdistanê tê vekirin û CV û navên wan têne wergirtin.

Nêçîrvan Barzanî berbijêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye û li gor rêkeftina siyasî ya navbera PDK û Goranê û bi dengê piraniya parlementoyê dê bibe Serokê Herêma Kurdistanê, serokê berbijêrkirî diçe parlementoyê deng tê dayîn.

Ev proses ji roja şemiyê ve ku dest bi xwendina yekem a yasayê tê kirin, divê di nav du hefteyan de heta 20 rojan were yekalîkirin. Piştî ku ji bo serok deng were dayîn, Fraksiyona PDKê navê Mesrûr Barzanî ku berbijêrê PDKê yê ji bo pêkanîna hikûmeta Kurdistanê ye, dide Serokatiya Parlementoyê, serokatî jî dide Serokê Herêma Kurdistanê, piştre Nêçîrvan Barzanî li gor protokolê Mesrûr Barzanî vedixwîne û erkê pêkanîna hikûmetê dide, piştî erk were raspartin, divê Mesrûr Barzanî di nava 30 rojan de kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bîne.

Proseya sererastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê û dengdana ji bo Serokê Herêm û erkdarkirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi pêkanîna kabîneyê:

1 – 30ê Adarê Parlementoya Kurdistanê dicive, yasaya Serokatiyê sererast dike û xwendina yekem tê kirin.

2 – Projeyasa dikeve dengdanê, dikarin di pesendkirinê de lez bikin û di hefteyekê de projeyasayê bikin yasa.

3 – Sê roj piştî derketina yasaya Serokatiyê, deriyê xweberbijêrkirinê ji bo berbijêran tê vekirin.

4 – Du roj piştî girtina deriyê xweberbijêrkirinê, navên berbijêran têne ragihandin.

5 – Eger ti îtirazek li ser berbijêran tinebe, 3 roj piştre bi dengdanê tê eşkerekirin ku serok li Parlementoyê tê hilbijartin.

6 – Prose 15 heta 20 rojan berdewam dibe heta Nêçîrvan Barzanî were hilbijartin.

7 – Fraksiyona PDKê, Mesrûr Barzanî berbijêr dike ji bo wergirtina posta serokwezîriyê.

8 – Nêçîrvan Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî erkdar dike û divê di nava 30 rojan de kabîneya xwe pêşkêş bike.

Back to top button