Nivîsar

Tifaq hevkarî û helwesta Kurdan

Ez weha bawerim ku piştî hilbijartinan wê gava ewil ya ji bona yekîtiyeke neteweyî ya ku wê ji hêz û partiyên Kurdistanî pêk tê, bêne avêtin..

Bûbê Eser

Di vê hilbijartina ku wê di 14 gulana 2023an li tirkiyê û li bakurê Kurdistanê pêk bê, ji bona kurdan zelaliyeke baş, helwestên neteweyî û biryarên di berjewendiya gelê kurd de pir bi zelalî hatin avêtin û eşkere kirin.

Ji ber ku li bakurê kurdistanê û di nava partiyên kurdan de, çanda bi hevre karkirin û yekîtiyê tune ye. Loma çi dema têne ba hev, bi salan li ser rêzik û bêjeyin vala dikevin qirika hev.  Taliya talî jî ew xebata bi salan bê encam dimîne û herkes li mala xwe vedigerin.

Demek tê dîsa pêwîstiya ku partî û rêxistinên kurdan bi hevre kar bikin, derdikeve holê û weke tu tişt nebû be, van partî û rêxistinên me ji nûde li hev dicivin. Dîsa weke berê li ser bêjeyên vala bi hevre dikevin gengeşiyan û dîsa herkes li halê xwe ya berê vedigerin. Ev rewş ji sala 1979 û heta niha her berdewam e.

Li gor baweriya min vê hilbijartinê derseke baş da kurdên bakurê Kurdistanê da ku bikaribin wan bîne ser heşê wan. Lewra hate dîtin ku wê ev hilbijartin bibe sedema êdî di nava kurdan de çanda bi hevre karkirin û damezrandina eniyeke neteweyî.

Ev hilbijartin ezmûneke baş bû. Di vê ezmûnê de kî\ê çiqas bi serketin hate dîtin. Ev ezmûneke weha bû ku Kurdên neteweparêz bersîva pirsên vê weke hevdu dan û bi hevre bi serketin û wê hêjî di gelek ezmûnên weha de bi ser jî bikevin.

Ji bona mirov bi  hevre kar bike û eniyeke neteweyî damezirîne pêwîstiya ku mirov bi salan hevdîtinan bike tune ye. Di destpêkê de mirov li gor çend xalên ku berjewendiya gelê mirov tê de hebe li hev dike û mesele ji vir de wê destpê bibe.

Di nav kar û xebatê de him mirov fêrî hevdu û xebata hevbeş dibe, him hevdu baştir nas dike û him jî giraniya kê çiqase tê zanîn, fêr dibin.

Heta ku mirov bi hevre kar neke, mirov her tim ji hev bi şik e. Heta ku tifaqa mirov xurt nebe, kar û xebatên gel jî dê pêşnekev e. Pêşketin bi saya hevkarî û bi hevre karkirinê dibe. Maf bi destxistin bi hêz û yek dengiyê pêk tê.

Niha kêfxweşim ku PAK û Tevgerê jî di vê hilbijartinê de û bi karanîna dengê xwe û yên hevalbendên xwe, wê li gel HAK-PARê bin. Heta ku mirov gavên bi çûk ji bona hevkariyên mezin navêjin mirov nikare yekîtiyên xurt û qewîm damezrîne.

Divê em vê jî ji bîr nekin ku heger ne ji kar û xebatên HAK-PARê bana û ew ne xwedî vê helwestêba dibû ku îro ev hevkariya delal pêk nehatiba. Spas ji bona vê helwesta HAK-PARê ya neteweyî ku hîmên yekitiyê avêt…

Ez weha bawerim ku piştî hilbijartinan wê gava ewil ya ji bona yekîtiyeke neteweyî ya ku wê ji hêz û partiyên Kurdistanî pêk tê, bêne avêtin. Bi hêvî me ku di sala 2023an de ku sed sala Lozanê ye, Kurdên me yên bakurê Kurdistanî jî bibe xwediyê eniyeke neteweyî.

Ev eniya neteweyî wê gav bi gav, roj bi roj xeta neteweyî xurt bike, mejû (dîrok) û zimanê kurdî li wan vegerîne. Hêvî û baweriyeke xurt bixuliqîne ku ruhiyeta Kurdewarî ya tekoşer geş bibe.

Bi vê wesîleyê sipasî PAK û Tevgerê dikim ku ew û hevalbendên xwe, ji HAK-PARê re bibin piştgir, Ew dengên ku wê bêne bi karanîn dê bibe deng û rengên Kurdên ji welatê xwe hez dikin.

Di vê hilbijartinê de gava ewil ya bi hevre û bi piştgiriya hevdu re rabûnê hate avêtin. Bi hêviya ku ev gav ne tenê ji bona hilbijartinan be. Piştî wê jî kar û xebatên bi lezgîn bibe da ku daxwaza gel ya damezrandina eniyeke neteweyî pêk bê.

Back to top button