Tifa xwe alîst

Parlementerê Şirnexê yê HDPê yê berê Hesib kaplan dema kongreya HDPê de daxûyaniyek dabû û gotibû: Nabe yek Tirk bibe serokê HDPê.Ev yek ji aliyê berpirsên HDPê ve wek helwestek ne baş hate nirxandin, heta hinek di nava HDPê de ev yek wek nijadperestiyek nirxandin.Niha jî Kaplan doza lê borinê dike.Hesib Kaplan li Almanya bajarê Hamburgê tevlî civînekî bû. Civîn ji aliyê MALA HEQ (Li Hamburgê mala çandî ya Alewiyan) ve hatibû li darxistin.Kaplan di civînê de axvtinek kir. kaplan di axvtina xwe de got: Di tura yekem de û ya duyem de jî kurdek tenê deng nade Erdogan. Muharrem Ince karek rast kir ku serdana Demirtaş kir. Ince da xûya kirin ku divê Demirtaş ji girtîgehê derkeve. Eger tura duyem Demirtaş bimîne dê Ince pişgiriya Demirtaş bike. Yan dê Demirtaş pişgiriya Ince bike. Qilît di destê HDPê de ye.Divê hemû hêz xwe bikin yek.Berdewamiya axavtina xwe de Kaplan got: Ya emê teslîmê diktatoriyê bibin, ya jî dê pişgiriyê bidin kesek ku ciwan, beweriyê li sistema parlementeriyê bine û xîtabê hemû aliyan bike. Eger HDP bimîne tura duyem , Erdogan û heta MHP jî bêje “bîjî bijî “ bidin ber qiran kesek matmayî nebin.Di dawiya axavtina xwe de jî Kaplan got: Ez ji birayên xwe yên Tirk doza lêborinê dikim.Bê guman ev axavtina Kaplan hemû propagandeyek e ku ew bi xwe jî lê ne bawere. Kaplan hewldide cardin bikeve listeya HDPê de lê dixweyê nabe. Kurdî de axavtinek heye: Hestiyê ziman tuneye.

Nerîna min :