Polîtîk

The Washington Post: Xerabûna pêwendiyên Kurd û Amerîka ziyana Amerîkaye

Rojnameya The Washington Posta Amerîkî li raporek da balkişandiye li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê bi berdewamî bi hêztir dibê û Obama û Kongresa Amerika li baştirkirina peywendiyên di navbera Kurd û Amerîka de serkeftî nebûne.

Li rapora The Washington Post de desteya birêveberên rojnameyê babetek hilbijartine û têda hatiye nivîsîn ku li dema şer li Iraq û Sûriyê berdewamiya xwe heye, yek ji hevpeymanên Amerîka ku Herêma Kurdistane bi berdewamî bi hêztir dibe, ne balkêşe ku Obama dawetekî fermî ji bo Serokayetiya Herêma Kurdistanê şand bo ku li gel wan kombibe.

Li gor wê raporê neçûna Mesûd Barzanî ya Amerîka bi awayeke çaverê nekirî bû û hinek gumanê dirustkir, lê belê wekî ku rojname balkişandiye ser Mesûd Barzanî neçûye Amerîka, ji ber ku Amerîka û kongres nekariye çavkaniya kêşe û nakokiyên di navbera xwe û Kurdan çareser bikin.

Her wiha behsa sedema neçûna Barzanî ya Amerîka dike û dinivîse hebûna PDK û YNK li nava rêza wan rêxistinên ku Amerîka wan bi terorîst dizanin, sedema neçûna Barzanî ya Amerîka ye, eve jî li demek de ye ku Kurd berî rûxana Sedam yarmetiya Amerîka kir ji bo rûxandina rejîma Be’es.

Back to top button