Polîtîk

The Newyork Times: Herêma Kurdistanê nêzîkî serxwebûnê bûye

Medyayên cîhanê piştî sazkirina sêyemîn konferansa uze(enerji) ya li bajarê Hewlêrê, dengvedan û helwesta aliyan şirove kir, ji wan bi navdartirîn medyayên ku raporekî li ser konferansa uze nivîsiye, rojnameya The Newyork Times e ku ew jî dibêje Herêma Kurdistanê nêzîkî serxwebûnê bûye.

Rojnameya The Newyork Times li raporek de di derbarê şandina nefta Herêma Kurdistanê de dinivîse “Kurd niha bi awayeke raste rast û bêyî ku vegerin Bexda dikarin neft bişînin derve, eve jî Kurd ji bilî wê yekê ku li rûyê aboriyê ve serbixwe dibin, heman demî de li serxwebûna siyasî jî nêzîk dibin”.

Li rapora The Newyork Times de hatiye nivîsîn “Her çende Herêma Kurdistanê her pêş dikevê û ji beşên dinê Iraqê de şerê eşîrî zêde dibe, lê belê hêjî Amerîka ji wê yekê ditirsê ku şandina nefta Herêma Kurdistanê bandorekî li ser yekperçeyî ya Iraqê de dibe”.

Back to top button