The Huffington Post: Mafê Kurdan heye dewleta wan ya serbixwe hebê

Kî cîhek bi welatekî serbixwe diyar dike? Cîhek dibê welatekî serbixwe tenê dema rêxistina Neteweyên Yekgirtî wê nas dike yan dema kurekî temen 18 sal alayekî wê nîştimana xwe bi dîwara odeya xwe ya beşê navxweyî ve hildiwasê? 

Bi şanaziyê ve dibêje xelkê Kurdistanim 

Hê cilên xwe ji nav çantaya xwe de dernexistibû û cihê xewkirina xwe amade nekiribû, lê belê ev kurê genc li navenda odeya beşa navxweyî da rawestabû û bi xweşhaliyê ve temaşa wê alaya xwe dikir bi dîwara odeya xwe ve hilawestîbû. Ala sor, spî, kesk bû û rojekî zer jî li navendîda hebû. 

serdana min a ji bo wê beşa navxweyî ji bo ewe bû cîhek ji bo kurê xwe peyda bikim. Wiha rêkket kurê min û ew kurê genc jî li wê beşa navxweyî de li yek odeyê da bin.

Min ji wî kurî pirsî “Tu xelkê kuyî?”

Bi şanaziyê ve bersîva min da û got: “Kurdistan”. 

Min xwe nasand û wî kurî jî xwe nasand ku navê wî Alan e. Min wêneyekî din jî li dîwarekî dinê odeyê da dît ku keçekî biçûk bû û cil û bergekî xweşik li ber dabû. 

Min pirsî: “Ew keç kiye?” 

Kurik bersîva min da û got: “Ewe xuşka mine. Temena wê 8 sale”. 

Min got. “Ez bawerim niha te gelek bêtaqet dike”. 

Alan jî got: “Dema min wê bi cîh hişt gelek bêtaqet bû”. 

Min pirsî: “Dixwazî li vir çi bixwînî?” 

Alan jî got: “Endezyariya Elektirîkê”. 

Kurd û xebata wan ya bê rawestan ji bo bi destxistina mafên wan 

Ez vegeriyam malê û min ji mêrê xwe pirsî “Gelo Kurdistan welate?”

Ewî jî got: “Ew pirsiyar gelek girînge”. mêrê min nexşeyekî anî û wê cihê nîşa min kir ku têda axa Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiye bi hevdû re digihîne. Mêrê min balkişand li ser wê cihê û got: “Zêdetirê Kurdan li vî cihî da dijîn. Eve jî “Hewlêr”a paytexta Herêma Kurdistane, ku bajarê Alan e”. 

Ez û mêrê xwe di derbarê gelê Kurd de me gelek tiştan xwend û me zanî ku li destpêka sedsala bîst de axa vî gelî li ser çar welatan de hatiye dabeş kirin. Me hinek tişt di derbarê “Pêşmerge” de xwend. Pêşmerge eve çendîn sale ji bo bi destxistina azadiya gelê Kurd xebatê kiriye. 

Rojek berî destpêkirina bîhnvedana zivistanê nameyeke kurê min gihîşt destê me. Ew li nameya xwe de nivîsîbû: “Silav, gelo Alan dikare heta çend rojek li gel me bimînê?” 

Min jî bersîv dayê û got: “Helbet emê xweşhal bibin”. 

Alan çend rojek li gel me ma û di derbarê çend tiştek ji bo me axaft, yek ji wan jî hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bû. 

Alan got Pêşmerge her çekdarekî Kurde ku ji bo serbixweyî û bi destxistina mafên gelê Kurd xebatê dike û di cengê.

Alan her wiha got “Bavê min peywendiyeke bi hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ve kir dema temena wî tenê 16 salî bû. Li dema bav û bapîrê min, hemû malbateke Kurd kesekî nêzîkî xwe ji destdaye. 

Ez kesek nasdikim ku tenê sê bira û bavê xwe ji dest daye. Berê Pêşmerge avahiyeke xwe yê diyarkirî nebû û bi çiyayan ve û li nav şikeftan de diman. Niha jî hêza fermî ya Kurd jêre dibêjin Pêşmerge, eve jî wekî rêzgirtinek li şehîdên me”. 

Pêşketina Herêma Kurdistanê li çend salên derbasbûyî de

Alan behsa wê yekê ji bo me kir ku li deh salên derbasbûyî de Hewlêr û Herêma Kurdistanê pêşketineke mezin bi dest ve anîne.

Me zanî ku niha xwendekarên Kurd ji bo xwendinê berê xwe didin hemû zanîngehên cîhanê. Ew kurê Kurd got: “Ez li Îranê ji dayik bûme. Dema bûme heşt sal em neçar buyîn axa Îranê jî bi cîh bihêlîn û bi siwarê hespê vegerîn nav sînorê axa Iraqê, ji ber ku dayik û bavê min rojnamevan bûn”.

Min dayika Alan nedîtiye lê belê min hez ji wê kir, ew jî bi sedema wê yekê ku wan kariye geştekî pir li tirs ji wê sînorê çiyayiyan derbasbibin ji bo kurê xwe, xwe bigihin ezmunekî pir bi tam. 

Alan behsa wê yekê kir ku “Dema vegerayîn Hewlêrê pêvajo gelek xerap bû û kêm avî bû û pêwîst bû demjimêr sêyê nîvê şevê ji xew rabîn bo ku avê bigrîn. Rojane tenê yek demjimêr elektirîka me hebû. Niha pêvajo gelek cûda ye û me herdem av û elektirîk heye”.

Alan behsa hinek ji kultura balkêşa gelê Kurd kir, yek ji wan jî seyrankirin û govend girtin, bi taybetî li rojên newrozê da. Me li rêya malpera “Youtube”ـ ve temaşa hinek vîdeo û stran û govendên Kurdan dît. Ewî got: “Raste guhertineke mezin rû daye, lê belê em kultura xwe diparêzîn”. 

Min Alan gihande rawestgeha pass û otobusan. Plana wî kurê Kurd ewe bû li “Newyork” ve bigihe “Urdin” û ji wir jî vegerê bajarê Hewlêrê . Alan got ku demjimêr sêyê şev digihe Hewlêr û li Firokxaneyê dayik û bav û xuşka wî pêşwaziyê lê dikin”. Min got: “Lî nîva şevê jî xuşka te wê li wir be?”.

Ew jî bi kenînê ve got “Belê. Ewê gelek bêriya min kiriye û li benda minin û nikarin ji keyfa xew bikin”. 

Jiyan, azadî û hewldana ji bo hebûna jiyanekî xweş: Dirustkirin û damezrandina welatekî girîng û mezin ji wan tiştan dest pêdike ku pêwîste bêne parastin. 

 

Çavkanî: Rojnameya The Huffington Post Amerîka 

Têbînî: Kathleen Buckstaff nivîskara çendîn pirtûke. http://www.huffingtonpost.com/kathleen-buckstaff/remembering-what-matters_b_4545685.html

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: