Polîtîk

Teyîb: Divê cîgirê Dadgeha Federalî a Îraqê kurd be

Ji Bloka Kurdistanî ya parlamentoya Iraqê Mueyed Teyîb got, wek Bloka Kurdistanî dixwazin posta cîgirê serokê Dadgeha Federal a Iraqê bo kurdan be û bo vê jî dê sibê daxwaznameyek arasteyî serokatiya parlamentoya Iraqê bikin.

Mueyed Teyîb, peyvdarê lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê ku di Bloka Kurdistanî de koma herî mezin e, ji AKnewsê re got, îro her sê lîsteyên nav Bloka Kurdistanî (Hevpeymaniya Kurdistan, Yekgirtuya Îslamî û Komeleya Îslamî) civyane û gihîştine vê encamê ku cîgirtiya serokatiya Dadgeha Federalî ya Iraqê kurd be û vê yekê jî têxin nav Destûra Bingehîn a Iraqê.

Teyîb destnîşan kir, sibê komîsyona yasayî ya parlamentoyê yasaya Dadgeha Federalî bi armanca ku deng bête dayîn, tîne rojeva parlamentoya Iraqê û domand, “Em ê sibê bi şêweyeke resmî vê daxwazê pêşkêşî serokatiya parlementoyê bikin û bixazin ku di Destûra Bingehîn de cih bigre.”

Her weha, peyvdarê lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî got, endamên Dadgeha Federalî 13 kes in û xwestine ku kurd jî li gorî rêjeya xwe di vê de bên temsîlkirin.

Back to top button