Polîtîk

Teyfûr: Divê parlamentoya Îraqê li dijî Sûriyeyê helwest bigire

Cîgirê duyem ê serokê parlamentoya Iraqê Arif Tayfûr, ji parlamentoyê xwest ku, li hember serkutkirina gel ji aliyê Sûriyeyê ve  helwest bigire. Tayfûr, ji hikûmeta Sûrieyê jî xwest bi hêceta xwepêşandanê, êdî sivîlan nekuje.

Arif Tayfûr di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re axivî û diyar kir ku, hikûmeta Sûriyeyê di dema xwe de gelek alîkariya opoziyona Îraqê li dijî rejîma berê kiriye û wiha axivî, “Ev yek cihê hurmetê ye û têkiliyên dîrokî navber me de hene.”

Tayfûr got ku, lê divê hikûmeta Şamê li dijî xwepêşandêran şidetê bi kar neîne û sivîlan nekuje, bi taybetî divê şideta li dijî kurdên Sûriyeyê bê sekinandin û bi şêwazên demokratîk û aştiyane pirsgirêk bên çareserkirin.

Cîgirê serokê parlamentoya Îraqê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:
–  Ji ber wê jî, ez daxwaz ji parlametnoya Iraqê dikim, çawa li hember hikûmeta Yemenê helwest girt, bila li hember Sûriyeyê jî helwest bigire bo ku Şam li hember mafên gelê xwe hurmet nîşan bide û bi awayekî aştiyane pirsên wan çareser bike.

Li Sûriyeyê ji 16ê Adarê ve, xwepêşandanên li dijî desthilata Beşar Esad dest pê kiriye û li gorî amarên rêxistinên mafên mirovî heta niha 1 hezar û 542 kes hatine kuştin.

Li gor axavtinên wezîrê derve yê Tirkiyeyê heta nuha 2400 kes ji tirsa rêjma sûrî reviyane Tirkiyeyê.

Back to top button