Polîtîk

Banga Lawên Kurdistanê

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Komîsyona Amedekariya Demborî di civîna xwe ya Amedê de ji bo belavbûn, firehkirin û koordînasyona xebatan di vê hîşyariyê de bû ku divê zêdetirîn kes tevlî komîsyonê bibin. Li ser vê yekê ji bo komîsyonê “demborî’’ hate gotin û pêşiya tevlîbûna endamên nû jî hatîbû vekirin.

Komîsyona Demborî hem ji bo bidestxistina tevlîbûnên nû hem jî ji bo cih dayînê hevalên çalaktir deriyê xwe vekîrî hişt. Daxwaza beşdarkirina hemî Kurdistaniyên hestyar, bingeha xwe ji şixula demokratîk ya navxweyî digre.

Pêşketinên nû sekna me sererast kir û di vê pêvajoyê de hevalên ku xwestin di naw xebatên de cihên xwe bigrin bi awayekî erênî zêde bû.

Navê hevalên ku li jêr hatiyê nivîsandin li Ewropayê berpirsyariyê girtin ser xwe û ji bo kampanyaya imzayê hestiyariyên xwe nîşan dan.

Swîsre: Rifat Sefali ([email protected])

Swêd: Baran Karaca ([email protected])

Elmanya: Nûjîn Özdemîr ([email protected])

Em diyar dikin ku bi van hevalan bi awayekî koordîneyî xebatên xwe bidin domandin û her wiha kesên ku dixwazin li Ewropayê tevlî xebatên me bibin divê bi van hevalan re bikevin peywendiyê.

Ji bo pêşîgirtina laşgiranî û navendparêzî, her unîte bi awayekî xweser xebatên xwe li gorî şart û mercên xwe didomînin û ji cihekî dîrektîf nastînin. Lê pêwîste ku her unîte digel unîteyên dî bi awayekî koordîneyî bixebitin.

Di salvegera “Peymana Lozanê” de û li cihê ku peyman hatiye îmzekirin, yanî li Lozanê bi dirûşmên wekê; “Ji Lozana 2.re Na” û “Kurd Dixwazin Mafê Çarenûsiya xwe Diyar Bikin” bên avêtin û emê dengê xwe ji hemî dinyayê re rabigîhînin. Em ji niha ve bang ji hemî Kurdistaniyan dikin, ku di vê roja lanetî de beşdarê çalakiyê bibin. Ji ber vê yekê her tim ji kesên hestyarê re hewcedariyek heye ku di vê organîzasyonê de bi awayekî berpirsyar cihê xwe bigrin.

Em bang ji her Kurdên hestyar dikin çi li bajar û navçeyên Kurdistanê û çi li her derê dinyayê di nawa kampanyayê me de li gora çarçoveyê nivîsên ku li jor hatiye nivîsandin,bi awayekî berpirsyarî tevlî xebatên me bibin

Komîsyona Amadekariya Demborî 

Kurdistan/ 09.06.2011

Navnişana Tekiliyé : [email protected]

Back to top button