Bi biryara Barzanî akademiya dadweriyê tê avakirin

Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku di çarçoveyê wan xebatan de ku warê dadweriyê li herêma Kurdistanê be rbi pêşve biçe, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê biyara avakirina peyamgeha, akademiya, dadweriyê li herêma Kurdistanê derxist.

Hisên got ku her ji nuha xebatên damezrandina akademiya dadweriyê dest pê kirine, û ”Armanc ji wê jî ewe ku warê edaletê li herêma Kurdistanê ber bi pêşve biçe û dadwerên baş perwerde bike.”

Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:
– Eve yekem care akademiya dadweriyê li herêma Kurdistanê bê damezrandin. Heta bi nuha, ji bo dadweriyê li gor sîstema kevin dihatin perwrde kirin. Divan 10-20 salên dawiyê de xelik li ser esasê xizmeta karmendiyê, bi biryareke siyasî yan jî îdarî dibûn dadwer. Lê di paşerojê de êdî tu kes bi wan rêya nabe dadwer û divê derçûyê akademiyê be.

Hisên got jî ku damezrandina akademiya dadweriyê, ji bo ku warê dadweriyê pêş bikeve û ji siyaset û aydolojiyan dûr bikeve, gaveke maezine.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: