Osman: Nakokiyên Goran û Kurdistanî rola kurdan li Bexdayê lawaz kiriye
Mehmûd Osman siyasetmedarê kurd û endamê parlamentoya Îraqê ser bi lîsteya Kurdistanî di hevpeyvîneke xwe de digel malpera Çawîxelik behsa rewşa siyasî û emnî ya herêma Kurdistanê û Îraqê dike û dibêje ku, jiber nebûna yekdengigî û yekhelwestiya kurdan û bi taybet jiber nakokiyên navbera lîsteya Goran û lîsteya Kurdistanî li parlamnetoya Îraqê, rola kurdan li Bexdayê lawaz bûye.
Osman behsa lawzbûna rola kurdan li Brexdayê dike û dibêje:
– Her karbidestekê/a kurd, çi wezîr be yan jî endam parlamento be yan her wezîfeyeke din hebe, eger bixazin kar bikin û tesîra wn hebe, dikarin rola kurd baştri bikin û karên baş jî bikin. Lê yekdengiya kurdan li wir lawaz e, bi hev re nacivin û pilanan nadani in. Rewşa kurdan di kabîneya berê jî de û di kabîneya nuha jî de wisaye. Nakokiyên tevgera Goran jî digel lîsteya Kurdistanî tesîr li ser lawazbûna rola kurdan kiriye.
Mehmûd Osman di hevpeyvîna xwe de behsa zehmetiyên cîbicîkirina madeya 140ê dike û dibêje:
– Meseleya deverên veqetandî û nakokbar pirsgirêkeke mezine, em dixazin ew arîşe li gor madeya 140ê bê çareserkirin. Lê ereb û tirkmen û qismek din ku piştgiriya wan dikin naxazin ew madeya destûrî bê cîbicî kirin, Tirkiye jî dijatiya 140ê dike û Amerêka jî gelek giringiyê pê nade û piştguhxistiye, hikûmeta Îraqê jî di cîbicîkirina wê de xemsar e. Raste astengî gelek in, lê divê kurd jî zêdetir bo cîbicîkirinê bixebitin û vê yekê jî pêwîstî bi yekdengiya Kurdan li Bexdayê heye.
Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna hikûmeta Îraqê piştgiriya Nurî Malkî kir bi şetê ku ew daxazên kurdan ku, 19 daxaz bûn, pêkbîne. Gelo serokwezîrê Îraqê ew daxazên kurdan bicîanîne? Osman di bersivê de dibêje ku, ew 19 xalên daxazên kurdan di karnameya hikûmetê de ne û ji aliyê Nurî Malkî ve hatiye îmza kirin, lê belê weke pêwîst ew daxaz pêkneanîne.
Li ser meselaya vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê, Mehmûd Osman di hevpeyvîna xwe de dibêje ku vekişîna hêzên amerîkî ji îraqê ji bo kurdan ne tirsek mezine:
– Hêzên Amerîkayê li herêma Kurdistanî nîn in ku vekişin û ji bo kurdan xeter be. Li deverên veqetandî hindek tirs heye ku li wan devran digel pêşmerge û leşkerê Îraqê bi hev re kar dikin. Min nedîtiey ku leşkrê amerîkî fêdeyeke mezin ji bo kurdan hebe û tu rol di cîbicîkirina madeya 140ê û deverên veqetandî de nelîstiye. Bi a min eger ew vekişin jî tiştekê me têknaçe, bervajî, wan tu xêr ji bo me nebûye, lê serokatiya kurdî dixaze li wan deveran bîmînin daku hevkariya sêterefî hebe.