Civak

Tevî êrîşên nîjadperest û qedexeyan jî daxwaza fêrbûna Kurdî zêde dibe!

Tevî ku zextên li ser kurdî zêde dibin, eleqeya ji bo hînbûna kurdî jî zêde dibe. Hejmara kesên beşdarî kursên kurdî yên ku ji aliyê ÎSMEK û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatine vekirin her ku diçe zêde dibe.

Tevî qedexekirina lîstikên kurdî yên dawî, qedexekirina stranbêjên kurd ji ber sedemên cuda, êrîşên nijadperestî yên li parêzgehên cuda û zimanê dewletê ku kurdan dike hedef, hejmara kesên ku dixwazin fêrî kurdî bibin zêde bûye.

ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ: 6 HEZAR SERLÊDAN

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji sala 1997’an ve dersên Kurdî dide. Heta îro bi hezaran kes bi perwerdeya li enstîtuyê fêrî kurdî bûne. Di 5 salên dawî de 6 hezar kesî serî li enstîtuyê da. 4000 serlêder perwerdeya xwe qedandin.

Di sala 2020’an de li ÎSMEK’ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê qursên kurdî hatin vekirin. Di daxuyaniya ku ji teref ÎMMyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di nav 2 salan de 1500 kesî ji bo hînbûna kurdî serî li kursên ÎSMEKê dane û wiha hat gotin: “450 beşdaran perwerdeya xwe ya kurdî li ÎSMEKan qedandin. Di dewreya perwerdeyê ya 2022-2023an de li Enstîtuya Stenbolê ÎSMEK, Navenda Perwerdeyê ya Kadikoyê Rasimpaşa û Navenda Çandê ya Sultangazi Hoca Ahmet Yesevî perwerde tên lidarxistin. Perwerdeya wan bi du perwerdekaran dest pê kir. Lê niha rahênerek ku bi kurdî ders dide heye. Pêvajoya wergirtina mamosteyan berdewam dike.

Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Eyüp Subaşi jî diyar kir ku li gorî çavdêriyên wî bi xwe hejmara kesên ku dixwazin hînî kurdî bibin zêde bûye. Subaşi bi gotina “Asta xwendin û nivîsandina bi kurdî zêde dibe, bi taybetî di nav kurdên xwedî hişmendiya siyasî ya pêşketî de” got, “Hinek rehetî di axaftina kurdî de li parêzgehên kurdan heye, ji ber ku kesên ku li qada giştî Kurd in. Lê em nikarin li bajarên mezin ên rojava behsa vê rehetiyê bikin. Dibe ku em ji bo Stenbolê qismî bibêjin. Lê belê li bajarên wekî Enqere, Bursa, Sakarya û Trabzonê ne wisa ye. Axaftina bi kurdî li van parêzgehan ne tenê li qada giştî, li kolanan jî dikare mirinê li gel xwe bîne.”

Zimanzan Zana Farqînî diyar kir ku di nava kurdên xwenda û xwedî siyasetê de daxwaza kurdî heye û wiha got: “Em dikarin bibêjin ku di kesên xwedî fikra ziman û nasnameyê de hesasiyet heye. Lê dema ku em li malbat û zarokan dinêrin, ez rewşek berevajî dibînim. Dema ez li lêkolînên ku di warê zimannasiya civakî de hatine kirin û li gorî çavdêriyên xwe yên qadan dinêrim, em dibînim ku windabûna ziman di nav zarokan de zêde dibe. Lê belê geşedaneke girîng e ku kesên xwedî hesasiyeta ziman, çand û nasnameyê ne, li ser daxwazên perwerdeya zimanê dayikê lêkolînan bikin û di her hawîrdorê de ziman bikar bînin.”

Farqînî wiha dawî li gotinên xwe anî: “Di medyaya civakî de bikaranîna ziman û pêşxistina hesasiyeta ziman weke rewşeke dilşewat mirov dikare binirxîne. Ji bo pêşketina ziman girîng e ku medyayên bi vî rengî bên bikaranîn û mirov bi zimanê xwe binivîsîne da ku hin tişt bêne rojevê. Ziman her ku tê axaftin û nivîsandin pêş dikeve. Kurdî bi salan tê redkirin. Hat krîmînalîzekirin. Ji ber ku kesên ku ev ziman bikar anîne bi çavekî siyasî dihatin dîtin, hewl hat dayîn ku ziman li cihên giştî neyê bikaranîn. Di salên dawî de ev yek bi qismî hatiye şikandin. Hîn jî mimkun e ku meriv qala astengiyek psîkolojîk bike. Ji ber ku bi kurdî diaxive û stranan dibêje, em dibînin ku meriv ji ber ku bi kurdî diaxive û stranan lê dike, nûçeyên di çapemeniyê de tên xwendin. Lê belê hewldan û israra kesên xwedî hesasiyeta ziman a ji bo bikaranîna ziman di her qadê de dest bi şikandina vê rewşê kir.”

Back to top button