Cîhan

Pêwendiyên me bi rêya !istixbaratê li gel rejima Surî hene!

Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu, di parlementoya Tirkiye de dema civîna di derbarê bütçeye de axavtine kir û behsa pêwendiyên li gel rejime kir û got:  “Em bi rêya rêxistinên îstîxbaratê hevdîtinan dikin.”

Wezîr Çavuşoglu da xûyakirin ku,  eve demeke bi rêya îstîxbaratê li Sûriyeyê bi rejimê ra hevdîtinan dikin.

Çavuşoglu div ê derbarê de got:  Eger rejîm bi awayekî realîst tevbigere, em amade ne ku bi hev re li ser têkoşîna li dijî terorê, pêvajoya siyasî û vegerandina Sûriyeyiyan de bixebitin. Em li Iraqê jî heman siyasetê dimeşînin. Di şerê li dijî terorê de em hem ji Bexda û hem jî Hewlêrê re hevkariyê dikin. Em jî heman peyaman digihînin Hikûmeta nû ya Iraqê. Ger muxatabên me guh bidin bangên me em ê bi hev re bimeşin û bi hev re li dijî terorê şer bikin. Na, ger bêbersiv bimînin, em ê bi xwe bi imkanên xwe tişta pêwîst be bikin.

Back to top button